Emîne Şenyaşar nobeta xwe bir ber Serokatiya Meclisê

  • 12:28 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê ji ber Wezareta Edaletê hilgirt heta Meclîsê got, “Ez ê emeliyat bibim. Ez dixwazim kurê xwe beriya emeliyatê bibînim, dibe ku ez bimirim."
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurê wê hat girtin, li navçeya Pirsûsê ji aliyê cerdevan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve êrîş li ser wan pêk hatibû. Li Rihayê Ferît Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Meclîsê derbarê Nobetên Edaletê de ku biryar dabûn ku nobetê bînin Serokatiya Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.
 
'Ez dev jê bernadim'
 
Dayika Emîneyê di civînê de axivî û xîtabî Serokomar Tayyîp Erdogan kir û bi bîr xist ku ew 6 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Emîneyê got, “Eger pêwîst bike ez ê li Meclîsê razêm, ez ê dev jê bernedim. Çima hûn vê zilmê li me dikin? Zarokên te nînin? Te mala min xera kir. We zarokê min xist girtîgehê. Te çi ji wî xwest?"
 
'6 sal in ez ji bo edaletê rûdinêm'
 
Emîneyê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pêwîstiya wê bi emeliyatê heye û wiha got: “Ez dixwazim beriya emeliyatê zarokê xwe bibînim. Zarokê min berde. Nizanim emeliyat wê çawa biçe, belkî ez bimirim. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku ew bê berdan. 6 sal in ez ji bo edaletê rûdinêm."
 
Piştî daxuyaniyê malbat çûn pêşiya Serokatiya Meclîsê. Malbatê pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet, ji her kesî re edalet" vekirin. 
 
Dayika Emîne daxwazên xwe û komkujiya li vir pêk hat jî anî ziman.