Meclisa Jinan a PYD’ê kongreya xwe li dar dixe

  • 12:19 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê Kongreya 3’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê bi beşdariya 400 delegeyan tê lidarxistin.
 
Kongreya 3’yemîn a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Feslefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civaka exlaqî, siyasî, demokratîk e" dest pê kir.
 
Di kongreyê de ku li Hola Serdem a li bajarê Hesekê li dar ketiye, nêzî 400 delegeyên meclisê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, nûnerên YPJ, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kongra Star beşdar bûne.
 
Piştî deqeya rêzgirtinê, axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ve hat kirin. Asya Ebdullah lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Duh salvegera şehîdxistina fermandar Sewsen Bîrhat bû. Di vê kongreyê de em fermandar û têkoşerên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Wekî jin ji bo em bibin xwedî nasname û dîroka xwe biparêzin, divê em li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bimeşin.”
 
Asya Ebdullah berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û tecrdî şermezar kir û got: "Em di Partiya Yekitiya Demokratîk bi taybetî wek Meclisa Jinan divê em têkoşîna şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin."
 
Asya Ebdullah bang li jinan kir ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hemberî siyasetên li dijî jinan, pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê têkoşînê xurt bikin.
 
Asya Ebdullah bal kişand ser destkeftiyên ku jinên kurdistanî bi dest xistine û wiha domand: "Jinan bi destkeftiyên ku bi dest xistine, bingehekî xurt ava kirin, ketin dîrokî. Em bi PYJ’ê dikarin xwe biparêzin. Jina azad li hemberî dijminê xwe sekiye û ji bo bi nasnameya xwe, ji bo li gorî projeya neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bijîn, li ber xwe didin.”
 
Hevseroka PYD’ê di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em jin divê em ji bo parastina xwe û gelê xwe bibin yek. Divê em li hemberî dagirkerî û guhertina demgorafîk bisekinin. Divê em şoreşa xwe biparêzin."
 
Piştî axaftina Asya Ebdullah, Meclisa Jinan a PYD’ê, endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan xelat kir.
 
Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, sînevîzyonek li ser xebatên du salên borî yên Meclisa Jinan a PYD’ê hat nîşandan.
 
Kongre bi nirxandinên xebatên meclisê dewam dike.