Ji Mêrdînê bang kirin: Em êrîşên nijadperestan qebûl nakin

  • 19:32 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên nîjadperest ên li dijî zimanê Kurdî û kedkarên Kurd got, “Em ti carî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên Kurd, ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê lê bin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî êrîşên nîjadperest ên li dijî zimanê kurdî û karkerên kurd li Parka Otoban daxuyaniyeke çapemeniyê da. Gelek pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn, her wiha pankarta "Li hemberî karkerên kurd û zimanê kurdî em êrişên nîjadperest qebûl nakin" hat vekirin.
 
Li ser navê platformê Ahmet Çelîk metna daxuyaniyê ya bi kurdî xwend.
 
'Êrîşên li dijî ziman û çanda Kurdî her ku diçe sîstematîk dibin'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li hemberî karkerên kurd û zimanê kurdî nayên qebûlkirin û êrîşa nîjadperest a ku li xwendekarên kurd ên karkerên demsalî dixebitin hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser tabelayên trafîkê, govend û karkerên kurd derbasî qonaxeke din bûye û wiha hat gotin: “Gelê kurd ku yek ji damezrînerên Komarê ye, bi salan e li ser axa xwe dijî û êrîşên nîjadperest li wan hatine kirin. Tê xwestin ku yek ji mafên herî bingehîn, mafê axaftinê bi zimanê dayikê were astengkirin. Êrîşên li dijî kedkarên Kurd ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve tên manîpulekirin. Êrîşên nîjadperest ên li dijî ziman û çanda Kurdî her ku diçe zêde dibin û bi awayekî sîstematîk dibin."
 
'Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê xwe biparêzin'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên bêhiqûqî û bêcezakirinê rê li ber êrîşên nîjadperestan vedike û hat gotin, “Ev polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê aştiya civakî xera dike û rê li ber êrîşên nîjadperest vedike. Divê hikûmeta AKP-MHP’ê dawî li van polîtîkayan bîne. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, em tu carî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên Kurd, ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê lê bin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.