Şandeyeke jinan serdana Dêrazorê kir

  • 20:18 14 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê, şandeyeke tevger û rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kantonê kir.
 
Piştî êrişên dawîn ên komên girêdayî hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê ku di encamê de bi dehan welatî ji nav wan jin û zarok şehîd bûn, şandeyeke tevger û rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kantona Dêrazorê kir.
 
Şande ji endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqa û ya kantona Tebqayê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, endamên meclisan ên kantonên herêmê pêk hat. Şande bi endamên Komîteya Jinan, Meclisa Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê re civiya. Civîn li navenda Meclisa Rêveber a li herêma Meamil li dar ket.
 
Di civînê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah destnîşan kir ku êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê li dijî gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê bi armanca derxistina fîtneyê di nav pêkhateyên herêmê de bûn û got: "Lê belê yekitiya gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Turkmen hemû planên êrişkeran têk çûn."
 
Piştre bi navê şandeyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êriş û sûcên li dijî herêmê û şêniyên wê hatin şermezarkirin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiya gundên Dehle û Cidêdit Begara yên ku koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê pêk aniye, qanûna navneteweyî û mirovî bin pê dike.