Sîmon de Beauvoîr qêrînek ji bo jinan di ‘malzaroyê’ de hatibû hepskirin bû

  • 09:02 9 Çile 2018
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Sîmone de Beavuoîr ji bo pirsa ‘jin çi ye?’ bersiva ‘Jin ji malzaroyê wêdetir tu tiştekî din nîne’ da û li dijî hemû tinehesibandinan li rûyê serdestiya mêr xist û têkoşîn ji xwe da destpêkirin. Sîmone dizanibû jin ji malzaroyê zêdetir e.  Cîhana mêr nikaribû pêşî li wê bigire û Sîmone destê xwe da hemû jinan.
 
Sîmone de Beavuoîr ji bo pirsa ‘jin çi ye?’ bersiva ‘Jin ji malzaroyê wêdetir tu tiştekî din nîne’ da û li dijî hemû tinehesibandinan li rûyê serdestiya mêr xist û têkoşîn ji xwe da destpêkirin. Sîmone dizanibû jin ji malzaroyê zêdetir e.  Cîhana mêr nekaribû pêşî li wê bigire û Sîmone destê xwe da hemû jinan. li dijî hemû ferzkirinên serdestiya mêr hebûna jinê bi hevokekê vegot ‘jin venajî, dibe jin.’
 
Tovên ewil yên ferqkirinê
 
Sîmone îro yanî di 9’ê Çileyê 1908’an de li Parîsa Fransayê hat dinê.  Di malbatek xwedî li kevneşopiyên xwe derdiket hat dinê.  Bi rêk û pêk nehiştin bixwîne, yên xwend jî her tim hat sansurkirin.  Lê Sîmone ev pêkanîn qebûl neir. Di pirtûka xweya ‘Bîranîna keçikek ciwan de’  wiha dibêje: “Min rojekê alîkarî dida dayika xwe me firaq dişÛşt.  Dayika min dişûşt min jî ziwa dikir.  Ji paçeya mutbexê mutbexên xaniyên din dihatin dîtin. Di wan mutbexan de jî jinan firaq dişûşt, sebze dişûşt. Tinebûneke bi saetan ya her roj pêk dihat bû.  bêdawiyek ji tinebûnê wêdetir nediçî bû. Gelo ezê wisa bijiyama? Li aliyekî min tebax bi cih dikir, lia iyê din jî min ji xwe re got ‘na’. Wê jiyana min teqez bigihêje cihekî.”
 
Mirina Zaza
 
Sîmone di dibistana katolîk de ewil matematîk û di Enstîtuya Saînte-Maîre de wêjeya û ziman xwend.  Hevala wê Elîzabeth Mabîlle ku Sîmoneyê jê re digot Zaza, ji ber menenjîtê jiyana xwe ji dest dabû.  Doktoran ji Sîmone re wisa got Sîmone diyar kir ku ji ber bi zora malbatê hatiye zewicandin jiyana xwe ji dset daye.  Piştî mirina Zaza bandorek mezin li ser jiyana Sîmone bû.
Dîroka mêr negot fîlozof…
 
Sîmoneyê piştî demeke kurt li ser matematîkê kûr bû şûnde li Sorbonne perwerda felsefeyê girt û li Fransayê bû mamosteya herî ciwan. Lê dîroka mêr ti car ji bo wê negot fîlozof…
 
Ji venajî, dibe jin...
 
Sîmona li dijî serdestiya mêr bi înat got ez heme û di her derfetê de dubare kir ku ew di her qada jiyanê de heye. her wiha da zanîn ku divê jin ewil xwe ferq bike.  Sîmone ku yek ji nûnera pêla duyemîn a femînîzmê bû gi gotina ‘jin venajî, dibe jin’ got divê jin derkeve dîroka civakî. 
 
Sîmoneyê ‘ez’ ya di felsefeyê de têkiliya ya din, li gorî têkiliya mêr-jinê lihev anî û nêrînên xwe di pirtûka xwe ya ‘zayenda duyemîn’ de  vegot.
 
Jina pirtûka femînîzmê nivîsî
 
Sîmone ku wek ‘jina pirtûka femînîzmê nivîsiye’ tê binakirin, bermeya wê ya yekemîn ‘Keça mîvan’ di 1943’an de hat weşandin û eleqeyek mezin dît. Salek şûnde berhema duyemîn ‘Cerebandin’ di 1944’an de hat weşandin. Sîmone piştî duyemîn şerê cîhanê bi Maurîce Merleau Ponty û hevalên xwe yên din re di rojnameya Demên Modern de xebitî. Heta dawiya jiyana xwe jî li vir xebitî.
Jean Paul Sartre di 15’ê Nîsana 1980’ê de jiyana xwe ji dest da û piştre tenduristiya Sîmone xera bû.  Ji bo bîranîna Jean Paul Sartre bernama Adîeux-Sartre nivîsî.  Sîmone di 14’ê Nîsana 1986’an de jiyana xwe ji dest da.  Li Parîsê li goristana Montparnasse ligel Jean Paul Sartre hat definkirin.