Axîn Adar: YPJ xeyalên jinan kêlî bi kêlî pêk tîne

  • 09:21 27 Îlon 2017
  • Portre
Sorgul Şêxo
 
DÊRAZORÊ - Şervana Yekîneyên Parastian Jin YPJ'ê Axîn Adar  ku tevlî pêngava Bagêra Cizîrê bû ye, armnca xwe û bîranînê xwe di şer de anî ziman û got:" Em di nav têkoşîneke bêhempa de ne bi armanca rizgarkirina jinên Dêra Zorê ji Pencên DAÎŞ'ê". 
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê naskirin, çirûska azadiyê ku di heman demê de wekî çirûska azadiya jin di 19'ê Tîrmehê de ji kelha berxwedanê bajarê Kobanê dest pê kir û li Rojavayê Kurdistanê bi tevahî belav bû, bi hezaran keç û xortên gelê kurd û hemû neteweyên din ji bo azadiyê rabûn ser piyan bi vê yekê re gav bi gav daxwaza azadiyê kirin. Her wiha bi hezaran jî canê xwe feda yê axa pîroz kirin. Jinan jî bi vê pêvajoyê re xwestin ku li  Rojavayê Kurdistanê êdî bihna azadiyê bikşînin û  ji bo şoreşa azadiyê tevli berxwedanê bibin. 
 
Axîn Adar jî yek ji şervanên YPJ'ê ku tevlî pêngava Bagêra Cizîrê bûye ji bo ku rojhilatê Firatê û bejahiya rojhilatê Dêrazorê rizgar bikin e. Axînê  çîroka xwe ya ku çawa di nav şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de cih girtiyê bi van goinan bi me re parvekir:" Çîroka min bi Têkoşîna ji bo rizgerakirina jinan a ji koletiyê dest pê dike û nivîsandina vê berxwedanê di rûpelên dîrokê de ye."
 
'Çavê çeteyan her li ser Kobanê bû'
 
Axîn di sala 2012'an de tevlî refên YPJ'ê dibe û cihê xwe wekî şervaneke jin di çeperên herî pêş de di şerê Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de qawimiye digre. Axînê li Efrînê derbasî dewreya leşkerî û siyasî dibe û  li ser perwerdeya ku dibîne gelek hur dibe. Dema ku Apê wê Azad şehîd dikeve ew soza berdewamkirina rêya wî dide. 
 
Axîn destpêkê komkujiya Kobanê ku di sala 2015'an de çêbû bibîranî û wiha got:" Di encama komkujiyê de gelek ciwan, jin û zarokan jî jiyana xwe ji dest da.  Çavê çeteyan her li ser Kobanê bû lewma her êrîşî wê dikirin. Di hemleya Ş.Robar Qamişlo de jî me cihê xwe girt. Di her hemleyekê de bîranînên min ên xweş jî hene û yên ku em xemgîn dikirin jî hene. Lê me gelek kêliyên bi wate jî derbas kirin. Gundê Til Nesrî yê ku girêdayî Bajarê Til Temir ê avek li wir hebû ew av jî demekê bibû ava xwînê.  Lê herî dawî jî serkeftin ya hêzên me bû." 
 
'Jiyanek bi rûmet û azad xewn û xeyala wan bû'
 
Axîn bîranînên xwe yên bi hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re jî wiha vedibêje:" gelek rêhevalên me di şerên cûda cûda de jiyana xwe ji dest dan. Wan heval jî bi lehengî şer kirin û jiyana xwe ji det dan. Hevalên ku jiyana xwe ji dest dan xewin û xeyala wan jiyanek bi rûmet û azad bû em jî îro vê xewna wan gav bi gav pêk tînin.  YPG/YPJ'ê hêviyên DAÎŞ'ê yên dagirkeriyê têk birin. Em şagirtê rêber Apo ne wê demê serkeftina me jî misoger e."
 
Axîn derbarê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava bagêra Cizîrê de jî wiha dibêje: Em ê serkeftina xwe di pêngava Bagera Cizîrê de îsbat bikin. Ev pêngav ji bo heşiyarbûna gelê Dêrazorê ye. Çawa ku jinên li Kobanê, Minbic,Reqa û li Şengalê hatin rizgarkirin em ê jinên li  Dêrazorê jî rizgar bikin. Em ê pirojeya netewa demoqratîk ya Rêber Abdulla Ocalan jî pêk bînin."
 
 Axînê di dawiya axaftina xwe de  ji bo ku hevalê xwe  Gelhat ku di berxwedna Kobanê de jiyana xwe ji desta bi bîr bîne  stranek diyarî wî kir.