'Em ê Bazara Semtê ya Jiyanê biparêzin'

  • 09:04 16 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED - Têkoşîna esnafên jin ên li Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê berdewam dike. Seroka Bazara Jiyanê Nûrdan Saltik, diyar kir ku bi salane pirsgirêkan dijîn û got: "Hewl didin ku me ji bazarê derxin û tevahî bidin esnafên mêr. Lê belê em vî tiştî qebûl nakin em ê heta dawiyê xwedî li keda xwe derkevin."  
 
Di sala 2013'yan de li Rêzana Amedê Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê hat vekirin. 9 sal in esnafên jin li vir dixebitin û debara xwe pê dikin. Bi taybetî ji bo jinên ku ji şîdetê mexdûr bûne û dixwazin bi tena serê xwe li ser piyê xwe bimînin li vir dixebitin. Ev bazar li ser vê esasî hatibû avakirin. Ji serê ewilî heta îro mêr jî daxwaza dikin ku li vir ji xwe re tezgahek vekin. Lê belê di sala 2019’an de ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rêzanê bi ser ket jî mazbata nehat dayîn û şaredarî ket destê AKP'ê. Piştî ku şaredarî gihaşt destê AKP'ê mêr li bazarê hatin bi cih kirin. Niha jî hewl didin ku jinan ji bazarê derxin. 
 
Seroka Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê Nûrdan Saltik, têkildarî mijarê de axivî.  
 
'10 salan zêdetire pazara me heye’
 
Nûrdan, anî ziman ku ji 10 salan zêdetire ev pazara wan a jinan heye û roj bi roj hejmara jinan zêde dibe û wiha got: “Em di destpêkê de bazara sabît de dixebitîn. Lê belê piştî salekî em derketin derve bazarên xwe avakirin. Di hefteyê de em du an jî sê rojan derdiketin bazara taxan. Lê belê em niha 6 rojên hefteyê li taxên semta Bagcilarê bazara xwe ava dikin û dixebitin. Em wek jinên esnaf xizmetê ji gelên xwe yên taxan re dibin û debara xwe dikin.”
 
'Bi salan e em pirsgirêkan dijîn'
 
Nûrdan, destnîşan kir ku ji destpêka avakirina pazara jinê heta îro tim pirsgirêkan jiyane û heta niha jî nehatiye çareserkirin û wiha domand: “Ev bi salan e em pirsgirêkan dijîn. Ev pirsgirêkên me nehatin çareserkirin. Di bin navê ‘Bagcilar mezin bû jinên esnaf têr nakin’ de çavberdane cihê me. Şaredarî niha jî dixwaze ew esnafên mêr bîne li vê herêmê bi cih bike. Me li dijî vê yekê çalakî li dar xist û me dengê xwe bilind kir. Serokê şaredariyê got belavbin û soz da ku ew ê mêran neyne bazarê. Lê ev nayê wê wateyê ku ew ê êdî ava nekin. Di demên pêş de dibe ku em carekedin bi heman pirsgirêkê re rû bi rû bibînin.”
 
‘Em cihê xwe nadin mêran' 
 
Nûrdan, bi lêv kir ku ew naxwazin pirsgirêkek bi vê awayî bijîn û wiha pê de çû: “Ji xwe şaredariyê esnafên mêr anîn di cihê me de bi cih kirin. Lê em naxwazin ku êdî esnafên mêr ên dinê jî bînin cihê me. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ji ber ku tu kes naxwaze li cem bazarê bazarek din bê avakirin. Di fermiyetê de ev tişt qedexeye. Ger ku ev bazar bê avakirin dê pergala me jî xirap bike. Êdî em ê nikaribin wek berê karê xwe bikin. Jinên ku li vir dixebitin heta îro têkoşîneke mezin da û dê têkoşîna xwe jî berdewam bikin. Em wek jinên esnaf tenê aramiyê dixwazin. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîzin. Êdî kêr gihîşt hestî. Em xwedî biryar in ku cihê xwe nadin mêran. Em çend jin bimînin jî em ê xwedî li keda xwe derkevin. Em dixwazin mêran tevlî bazara me nekin.”
 
'Ji bo rantê mêran tînin' 
 
Nûrdan, ev sal û nîveke seroka komeleyê ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dema min serokatî dewr girt di qeydan de 212 esnafên jin hebûn. Piştî ku bi biryara şaredariyê mêr anîn hejmar bû 350. Bi rastî li Rêzanê hejmara jinên mexdûr gelek zêde ye û dixwazin li bazarê dezgahek vekin. Ji bo vê jî serî li şaredariyê didin lê bersiv nayê dayîn. Em dixwazin hejmara esnafên jin bêtir bên zêdekirin. Lê belê ji bo rantê mêran tînin li bazarê bi cih dikin. Lê em wek jin di wê baweriyê de ne ku hejmara me zêdebe em dikarin xizmetê ji gelê xwe re bikin.”
 
'Jin kedek mezin da...' 
 
Nûrdan, anî ziman ku dema ew Bazara Keda Jinê hatiye avakirine li Tirkiyeyê bûye mînak û wiha axivî: "Dibe ku hêza me ya fîzîkî têr neke. Birêvebirina me û têkoşîna me ya li vir ji bo me rûmet e. Ji bo vê bazarê jin heta îro kedek mezin da. Lê belê dixwazin keda me tune bikin. Lê em dixwazin rêzdariyê nîşanî keda me bidin. Em hêvî dikin ku rayedar dengê me bibihîzin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em cihê xwe nadin tu kesî.”
 
‘Me îtîraz kir’
 
Nûrdan, di axaftina xwe de bertek nîşanî helwesta şaredariyê da û got: “Komîsyona şaredariyê ji bo ku esnafên mêr bînin li heman cihê bi cih bikin civîn li dar xistine û biryar girtine. Lê belê ev biryar hîn ji meclîsê re derbas nebûye. Têkildarî vê mijarê de tu girtenameyek komîsyonê negihîştiye destê me. Piştre min vê biryara komîsyonê dît. Me bi parêzerê komeleyê serî li şaredariyê da û îtîraz kir. Me ji wan re got di fermiyetê de ev tişt tuneye ku mirov bazar li ser bazarê ava bike. Lewma jî ev biryar şaş e. Lê me hîn jî bersivek negirtiye. Em niha li bendê ne.”
 
‘Em heta dawiyê xwedî li keda xwe derkevin’
 
Nûrdan, da zanîn ku biryar çi dibe bila bibe em ê xwedî li keda xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev kesî ku bû serokê şaredarê ji me re digot ‘Ez dixwazim bibim serokekî baş û keda jinê biparêzim’.  Lê belê di demên dawiyê de biryarên ku hatin girtin bandorek mezin li ser me jinan kir. Em niha li benda biryara meclîsê ne. Em naxwazin keda jinê bê tunekirin. Dsnafên mêr êrişê li mafên me jinan dikin. Di vir de çavbirçîbûnek heye. Li vir rant heye. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê xwedî li keda xwe derkevin."