Kevneşopiya çêkirina tehînê bi destê jinê tê parastin

  • 09:04 8 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Li Newala Nêrdûşê ya ku li qûntarê Çiyayê Cûdî cih digire, di aşê kevir ê dîrokî ku bi avê tê xebitandin kevneşopiya çêkirina tehînê bi destê jinê tê parastin. Emîne Nîbat, diyar kir ku zehmetiya karê wan gelek zêde ye lê ew hem çanda xwe diparêzin hem jî pê debara xwe dikin.
 
Herêma Botanê hem ji aliyê parastina kevneşopiyan hem jî aliyê hilbêrînê ve dewlemend e. Li qûntarê Çiyayê Cûdî gelek berhemên ku tên çandin dibin çavkaniya debara şêniyên herêmê. Herwiha li herêmê gelek kevneşopî hene ku ji aliyê jinan ve tên parastin. Yek ji wan kevneşopiyan jî çêkirina tehînê ye. Li Newala Nêrdûşê ya ku li qûntarê Çiyayê Cûdî cih digire, di aşê kevir ê dîrokî ku bi avê tê xebitandin de kevneşopiya çêkirina tehînê tê parastin.
 
Pêvajoya çêkirina tehînê
 
Emîne Nîbat(51) ku debara xwe bi çêkirina tehînê dike daxuyand wan 2 meh berê dest bi çêkirina tehînê kirine. Emîne, wiha behsa pêvajoya çêkirina tehînê kir: “Em di serî de kunciyan kom dikin. Kuncî di meha cotmehê de tên komkirin. Piştî ku hatin komkirin em wan li ber tavê radixin ji bo ku hişk bibin. Piştre  em wan dikutin û herî dawî jî li bêjingê dixin. Kunciyên ku ji bo tehînê tên amadekirin tên neqadnin û şevekê di nav avê de tên hiştin. Kunciyên ku em dişon li benda wan dimînin ku ziwa bibin. Di dawiyê de em kunciyan tînin aş û li ser sêlê diqelînin. Kunciyên qelandî di aş de diherînin.”
 
‘Zehmetiya vê gelek e’
 
Emîne, diyar kir ku pêvajoya çêkirina tehînê ji serî heta binî gelek zehmet e û got: “Hem çinîna wê, avdan, cotkarî û pêvajoya çêkirina tehînê hemû zehmet e. Wextê qelandina kunciyên li gorî cureyê wan diguhere. Hinek zû diqelîn hinek jî dereng diqelin. Heta ku biqele em tevdidin. Em çêkirina tehînê heta meha Gulanê jî berdewam dikin. Vî karî jî herî zêde jin dikin.  Em ji sibehê zû tên heta wextê êvarê li êş dimînin û bê navber tehînê çêdikin. Em gelek diwestin.”
 
‘Qeyrana aborî bandor li tehînê jî kiriye’
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku qeyrana aborî li ser tehînê jî bandora neyînî kiriye û ev tişt got: “Kuncî gelek biha bûne. Sala borî me dikaribû zêdetir kuncî bistenda û bikira tehîn. Lê îsal bihayê kuncîyan gelek giran bûye. Berê herkesî bi xwe kunciyên xwe dianîn û dikirin tehîn lê êdî ji ber ku nikarin kunciyan bistînin tehînê ji derve dikirin. 2 teneke kuncî bûye 1200 TL û ji du tenekeyan gelek kêm tehîn tê çêkirin. Kîloya tehînê jî em didin 100 TL. Qeyrana aboriyê bandor li ser karê me jî kir û îsal karê me baş nîne.”