Penîrê Wanê êdî luks e

  • 09:03 5 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
 
Zelal Tunç 
 
WAN - Penîrê Wanê yê bi gîha ku di serî de li Wanê û hemû Serhedê li ser sifreyan cihê xwe digire, ji ber zemên li pey hev tên kirin êdî bûye luks. 
 
Ji ber polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê krîza aborî her diçe giran dibe. Ji ber zemên li pey hev tên kirin hêza girtinê ya gel dikeve. Her wiha sînorê birçîbûnê roj bi roj mezin dibe. Ji ber krîza her diçe giran dibe bihayên xurekan roj bi roj zêde dibe. Li herêma Serhedê ku penîrê Wanê  li ser her sifreyê ye, êdî ew jî tune ye. Penîrê Wanê ku xurekê sereke yê sifreyên taştê ye êdî luks e.
 
Li Suka Penîr a Îpekyolu ya Wanê cureyê penîr pir kêm bûne. Ji ber bihabûna penîr gel êdî nikare penîr bigire.
 
Hilberîner bi hesreta penîr e
 
Jina bi navê Kudret Altinar da zanîn ku ji ber krîza aborî û betaliyê ji gundê Kapikoy a Saray a Wanê koçî Wanê kirine û got ji bo zarokê xwe yê li bajarekî din dijî wê penîr bigire. Kudretê wiha got: “Lê ji ber biha ye, em destvala vedigerin. Kîlo ji 180 dest pê dike. Ez ji bo 4-5 kîlo hatibûm. Lê ez ê niha vegerim. Beriya em koç bikin 105 pezê min hebû. Me xurekên xwe bixwe çêdikir. Piştî sewalkarî qediya me jî hemû firot. Em niha jî bi hesreta yek kîlo penîr in.”
 
Sifre bê penîr nabe
 
Kudretê da zanîn sifre bê penîr nabe û wiha dirêjî dayê: “5 kîlo şîr bûye 65 TL. Em çawa bigirin. Em nikarin bigirin. Bihayê penîr ê goşt derbas kiriye. Me di mehên biharê de zêde girt. Lê niha penîrê me ji bo zivistanê girtibû qediya. Sifre bê penîr nabe. Em tenê ji penîr tamê digirin. Em nizanin wê çawa be.”
 
‘Li Tirkiyeyê krîzek mezin heye’
 
Jina bi navê Nadîa Haşîm a ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji bo penîr bigire hatiye Wanê jî da zanîn ku ev sê sal in ji bo penîr tên Wanê û wiha vegot: “Ev salek bihayê penîr pir zêde bûye. Li gorî salên berê em nikarin bigirin. Sala borî 50-60 TL bû. Me 170 TL girt. Ez gelek ji penîr hez dikim. Ez du roj berê hatim. Li Tirkiyeyê krîzek mezin heye.”
 
‘Qiymeta sewalkariyê nema’
 
Sultan Gulden a li taxa Noşar a navçeya Qelqelî ya Wanê dijî jî wiha vegot: “Nêzî 20 pezê min heye. Ez penîrê xwe bixwe çêdikim. Bêguman gelek zehmetiya wê heye. Tu nirxa sewalkariyê nema ye. Em penîrê xwe çêdikin. Xwezî hinek zêde bûna me bifrota. Lê tu qiymet nema ye.”