'Butçe ne ji jinê re ji malbatê re hat veqetandin'

  • 09:01 8 Mijdar 2022
  • Ked/Aborî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Dîlan Dîrayet Taşdemîr a di hevdîtinên Butçe û Plana Meclisê ya Sala 2023’an de cih girt da zanîn ku  der barê wekheviya zayenda civakî tu butçe nehatiye veqetandin û ji bo jinan tu çareserî tune ye.
 
Hevdîtinên Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê didomin û sinyalên ku der barê jinan de butçeyek bê veqetandin tune ye tên dayîn. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê di hevdîtinên butçeyê ya 2023’an de ji ser alîkariyên desthiladarî û saziyên girêdayê wê alîkariyên civakî pêşkêş kir û ji bo alîkariya avahiyan Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî şerta sê zarokan anî.  Wezîr Derya Yanik got di Bernameya Piştgiriya Malbatê de wê li gorî hejmara zarokan piştgiriyê bidin û got: “Ji bo malbatê 1-2 zarok 350 TL, ji bo malbatên 3 zarok 450 TL, ji bo 4 zarokan 550 TL û ji 5 û jê zêdetir jî 650 TL alîkarî dê bê dayîn.”
 
Serê kesî 25 TL!
 
Di butçeya sala 2023’an de Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ji bo ‘Bernameya Xurtkirina Jinan’ mîlyar û 76 mîlyon veqetand. Li gorî nifûsa welat, serê jinên li welat 25 tL dikeve.  Butça ji bo alîkariya civakî hatiye veqetandin jî 258 mîlyar û 437 TL ye. Butça ji bo Bernama Xurtkirin û Parastina Malbatê jî 3 mîlyar û 781 mîlyar hat veqetandin.
 
Sala borî ji bo Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî 66 mîlyar û 131 mîlyon û 543 hezar hat veqetandin.  Ji bo sala 2023’an jî 74 mîlyar û 368 mîlyon û 450 hezar hatibû pêşniyarkirin.  
 
Hedef şûnde man
 
Di xizmeta şêwirmendiya malbatê de di 2021’ê de 8 hezar kes hatin hedef kirin lê 6 hezar kesî jê fêde girtin. Ji bo 2022’an 8 hezar kesî fêde girt. Di bername piştgiriya civakî ya malbatê de hat hedefkirin ku xwe gihandiye mîlyonek malbatî û ev di 600 hezarî de ma. Di 2022’an de  800 hezar hedef hat girtin.  Mêvanxaneyên jinan ji bo 2021’ê 155 hedef kirin lê di 150’yî de ma. Hat plankirin di 2022’an de du heban çêbikin û 152 hat diyarkirin. Di 2021’ê de 350 jin li mêvanxaneyan hatin bicihkirin û ev di 2022’an de wek 700 hatibû hedefkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ya di Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê ya Sala 2023’an de cih girt, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Li hember wekheviya zayendî nêrînek hestiyar tune ye’
 
Dîlanê got ne pêkane behsa butçeyek der barê jinan bê kirin û got: “Divê butçe bi giştî der barê hestiyariya wekheviya zayenda civakî û li gorî daxwazên jinan bin. Ji bo hemû polîtîkayên tên avakirin divê butçeyek veqete lê mixabin nêrînek wisa tune ye. Tevgerê jinan demek dirêje vê nîqaş dikin. Bi têkoşîn û pêşniyarên jinan di 2012-2013’an de Komîsyonek Wekheviya Derfetê ya Jin-Mêr (KEFEK) hat avakirin. Armancek vê komîsyonê jî ev bû ku butçeya welat a giştî li gorî zayenda civakî bê parvekirin.”
 
‘Jin tune, malbat heye’
 
Dîlanê destnîşan kir ku tevî faliyetên jin dimeşînin nêrîna jinê ne di butça 2022 ne jî ya 2023’an de hatiye dîtin û got: “Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê bihêlin butçeyek bi perspektîfa jinê bê amadekirin, nêzîkatiyeke wan ya ku planeke çalakiyê der barê çareserkirina pirsgirêkên jinan de jî tune bû. Axaftineke ku behsa pêşîgirtina li hember şîdeta li jinê nedikir, hat kirin.  Xizmetên ku berê kirine, alîkariyên civakî yên kirine, anîn ziman. Pirsgirêkên jinan bi têgeha malbatê sînor kirin.  Nêzîkatiyeke ‘jin tune ye malbat heye’ mijara gotinê bû. Der barê  şîdet, newekhevî, nefret, qirkirina li hembrî jinê de perspektîfek tunebû. Pêşniyarek çareseriyê tune bû.”
 
‘Nêzîkatiya li hember jinê di butçeyê de jî xwe dide der’
 
Dîlanê  destnîşan kir ku di butçeya 2023’an de têgeha wekheviya derfeta jin-mêr derbas nebûye û pêvajoya butçeya welat girêdayê polîtîkayên desthilatdariyê ne û wiha dirêjî dayê: “piştî 2010-2011’an şûnde li hember destkeftiyên jinan konseptek êrîşê ya cidî pêş ket.  Li pey hev destkeftî girtin. Berê wezaret ji jinan berpirs bû, di 2011’an de ev guherî, têgeha jinê hat derxistin û veguhertin polîtîka civakî û malbatê. Têgeha wekheviya zayendî ji metnan hat derxistin. Nêzîkatiya li hember jinê di butçeyê de jî xwe dide der. Me bi jinan re komxebat kirin. Em wek partî naxwazin tenê di pêvajoyên butçeyê de nêrînên xwe bînin ziman. Em ne nêrînên xwe yên civakê jî nîşan didin. Em her tim bi jinan re tên gel hev û nêrînên xwe pêşniyarên xwe tînin ziman.”
 
‘Ji faîzê re butçe heye ji jinê re tune ye’
 
Dîlanê  bilêv kir ku AKP li şûna ku xizaniyê ji holê rabike polîtîka biafirîne, hewl dide xizaniyê bi rêve bibe û di bin navê alîkariyên civakî de vê dike. Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin ‘me da em nedin hunê birçî bimînin, alîkariya em didin kes nade’. Wek ku nîmetek dabin. Civakê bi birçîbûnê bi rêve dibin. Nêrîna AKP’ê ya der barê xizaniyê de ev e. Ji faîzê re butçe heye lê ji ji jinan re butçe tune ye.”
 
‘Krîtera wan şerta zêdetir zarok e’
 
Dîlanê wiha dawî lê anî: “Me di hevdîtinên butçeyê de ji Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê pirsî ‘Hun alîkariya avahiyan bi şerta zarokan didin? Krîtera xizaniyê hun bi zarokan dipîvin?’Ev girêdayê nêzîkatiya polîtîk-îdeolojîk e.Serokomar her cara devê xwe vedike dibêje divê jin evqas zarokan bînin. Vê ji Kurdan re nabêje, ji ber Kurd zêde zarokan wan çêdibin aciz dibe.  Hejmara wî 3 ye, carnan jî dibê 5. Yanî peyama wî ev e ‘Ji bo tu ji min alîkariyê bigirî divê tu zarokan bînî, krîtera min ev e. Nêzîkatiyeke polîtîk ya ku mirovan ji ser xizaniyê bêdeng dike heye.”