Esnafên jin ên Amedê: Sedema qeyrana aboriyê îqtîdar e

  • 09:02 23 Cotmeh 2022
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin  
 
AMED - Esnafên jin ên Amedê derbarê qeyrana aborî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Sedema vê qeyranê şerê ku tê kirine. Heta ku ev îqtîdar neçe ev qeyran jî dê wisa bidome." 
 
Polîtîkayên şer ên AKP’ê û MHP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê qeyrana aboriyê kûr kiriye û rewşa welatiyan her ku diçe xirab dibe. Ji ber qeyrana aboriyê êdî welatî nikarin kar bikin û hewcedariyên xwe yên rojane jî pêk bînin. Esnafên jin ên Amedê derbarê sedema qeyrana aboriyê û bandora aborî de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Qeyrana 2000’î ne ew qas kûr bû’
 
Nurhan Ozcan (59) ku ji sala 1999’an vir ve karê dirûtin û firotina cilên herêmî dike, anî ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aboriya ku heye, bandorê li hemû qadan dike û di heman demê de jî bi xwe re hilweşandina exlaqî jî tîne. Nurhan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min qeyrana sala 2000’î jî dît. Lê belê ne wek qeyrana niha bû. Qeyrana aboriyê bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Êdî welatî nikarin ji xwe re tiştekî bikirin. Jin ji bo ku xwedîkirina zarokên xwe di nava hewldanan de nin. Ji ber nikarin zarokên xwe têr bikin dê çawa bên ji xwe re fîstanan bistînin! Di sala 2000’î de qeyrana aborî dîsa gihîştibû asta herî bilind, lê belê her nebe vê demê derfetên xebatê hebû, lê niha ev jî tuneye."
 
'Nikarin nan bibin mala xwe'
 
Nurhan, têkiliya xwe ya mişteriyên xwe wiha anî ziman: "Carna hîn mişterî tên dikanê, dibêjin ‘Em ê biçin dawetê lê em nikarin fistanan bistînin’. Ji ber vê jî ez carna qet daxwaza pere ji wan nakim û fîstan didim mişteriyên xwe. Qeyrana herî kûr em jin dijîn. Zivistanê ev qeyran dê kurtir bibe. Piştî ku bazar xilas dibin şûnde gel diçin ew zebzeyên avêtine erdê kom dikin. Li ser komkirina vê jî xel şer dike. Lê belê ev tişt qet nayê dîtin, Heta ku mirov nekeve nava gel mirov nizane ku qeyran çawa bandorê li gel dike. Îro em dikarin nan bibin mala xwe lê belê kesên ku nikarin nan ji malên xwe re bibin hene."
 
‘Sedema vê qeyranê şer e’
 
Nurhan, wiha bal kişand ser ser sedemên qeyrana aboriyê: "Gelek cureyên qeyranê hene, wek siyasî, aborî û hwd. Îro ev hemû qeyran ketine nava hev dû. Bi salan e ev qeyran didome. Sedema vê qeyranê jî şerê li herêmê ye. Hemû pere didin wan çekan. Sedema vê qeyranê kesên ku vê şerê didin meşandin e. Şerê Rojhilata Navîn bandorê hemû cihê dike. Ev rewş destpêka şerê sêyemîn ya cihanê ye. Ger ku ew pere ne ji şer re ji bo aboriya gel re bihata bikaranîn îro ev pirsgirêkê nedihatin jiyîn."
 
'Karê me sekiniye'
 
Nurhan herî dawiyê behsa rewşa xwe ya rojane kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em niha nikarin firotinê bikin. Karê me sekiniye. Ji bo ku fîstanên me destên me de nebînin em carna erzanî difroşin. Em carna bi rêya firotinên Ewropayê ve debara xwe kêm be jî dikin. Bêyî alîkariya dewletê jî em bi hevre dikarin rewşa aboriyê çareser bikin. Divê hemû hêzên berpirsyar rûnên û ji vê rewşê re çareseriyek bibînin.”
 
‘Bila ji vê xîzaniyê re çareseriyek bê dîtin’
 
Esnafa bi navê Oya Suer (41) salek û nîv e dikanek vekiriye û pê debara xwe dike û got: "Her cure tişt di dikana min de heye, tiştên honandin û dirûnê, bendik, lacik hwd. Min bi hêviyek mezin dikana xwe vekir. Lê belê îro ji ber qeyrana aborî karê min nebaş e û ez nikarin tiştekî bifroşim an jî bistînim. Ji ber ku her diçe nirxê dolarê bilind dibe. Ez bi 15 TL ji tomerfiroşiyan digirim lê ez neçar dimînin ku bi 10 TL difroşim. Ev tişt jî zirar e. Gelek esnafên wek min hatine asta dikan girtinê."
 
'Sedema qeyranê şer e'
 
Oya, destnîşan kir ku qeyrana aboriyê welat xistiye rewşeke herî xirap û wiha bi lêv kir: "Her roj bihayê nan zêde dibe. Fatûrayên ceyranê jî gelek zêde tê. Ceyrana ku min pênexistiye ez îro didim. Sedema vê qeyranê ew mêrik e. Ji ber ku ew kes deh meaşa digire. Keda vî gelî xwarin. Ji aliyekî din her roj balafirên şer radibin. Sedema qeyranê şerê ku tê kirin e. Her tiştî ji bo siyaseta xwe dikin. Di destpêkê de divê ev pirsgirêka siyasî bê çareserkirin ku ev qeyran jî çareser bibe. Di destpêkê de divê ev pergala heyî biçe. Bila pergalek nû ava bibe û ev qeyran çareser bibe. Em dibêjin êdî bes e. Gel ji birçîbûna întîxar dikin. Bila ji vê xîzaniyê re çareseriyek bê dîtin. Bila destên xwe bidin ser wîcdana xwe.”
 
‘Bila kes ji rewşa xwe şikur neke'
 
Oya, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bihabûnê: "Mirov êdî nikarin ji xwe re nan bistînin. Ev sal û nîveke min vê dikanê vekiriye. Min bi hêviyek mezin vir vekir. Tişta  ku min hêvî dikir nedît. Goreya ku min berê 1 TL difrot îro bûue 15-20 TL yan. Kes nikare êdî bistîne. Ji bo alîkariyê min serî gelek cihan da, lê belê piştgirî nehat dayîn û tenê didin hevkarên xwe. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe divê ev pergal biçe. Dema ku çûn dê aboriya Tirkiyeyê jî rast bibe. Ev welat ji ber pergalê ket vê rewşê. Ew di qesran de em jî di nava sergoyan de dijîn. Bila gelê me çavên xwe veke û bêje êdî bes e. Divê tu kes ji rewşa xwe re 'şikur’ neke. Eleqeya vê bi xwedê û olê re tuneye.”
 
'Keda gel didizin'
 
Ayfer Ozpamûk (40) jî ku karê kûaforê dike, diyar kir ku ji ber vê qeyranê mişteriyên wê êdî wek berê nayên dikanê û ev jî bandorek mezin li wê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Carna miştreriyên min ên rewşa wan nebaşin tên dikanê, wîcdana min qebûl nake ku ez peree ji wan bigirim. Gelek jin hewl didin ku li ser nigên xwe bisekinin û zarokên xwe binêrin. Ev qeyran bêtir bandorê li me jinan dike. Sedema vê qeyranê hikûmet û îktîdar e. Kesên ku me birêve dibin vê welatê kirin vê rewşê. Bi diziyê û keda gel xwarin ve vê qeyranê pêk anîn. Ji ber navê dikana min kurdî ye, polîs ew roj hatin ber dikana min rûniştin û xwestin gel bitirsînin. Hem ditirsinin û hem jî birçî dihêlin."
 
'Gel bi birçibûnê tên terbiyekirin'
 
Ayfer da zanîn ku beriya 5 salan rewşa hinek baş bû û wiha bi lêv kir: "Ji rewşa niha zarok gelek bi bandor û karekî bikin nîne. Niha berê xwe dane tiryakê û êdî wisa bûye ku tezgahên xwe jî vedikin. Lê belê polîs jî vê tiştê dibînin. Gel bi birçîbûnê tê terbiye dikin. Dawiya zilmê tuneye. Em nikarin fatûrayên xwe bidin. Ji ber ku em nikarin debara xwe ji vir bikin niha keça min di tekstîlê de dixebite."
 
'Bi çûyîna îktîdarê qeyran dê ji holê rabe'
 
Ayfer destnîşan kir ku qeyrana heyî dê bi çûyîna îktîdarê ji holê rabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro nan bûye 7 TL. Bi taybetî jî kesên xîzan ji vê rewşê bandor dibin. Li pêşiya me hilbijartin heye û divê em vê fersedê baş bikarbînin. Ji xwe keştî noqî avê bûye. Dixwaze me jî bi xwe re bibe. Ew jî dizanin ku hemû tişt xilas bûye. Naxwaze bi tenê biçe û me jî bi xwe re dibe. Dema li welatekî hilberîn tunebe ew welat ji xwe xilas bûye. Dizî, fûhûş, tacîz û tecawiz zêde bûn. Ger ku ev îktîdar hebe dê ev zêdetir bibe. Ger ku em destên xwe bidin destên hevdû em ê di wê keştiyê de nemînin.”
 
‘Edî em nikarin debara xwe bikin' 
 
Seroka Odeya Dirûnkaran a ku di bin rêvebiriya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran (DESOB) de ye Saniye Atmaca, qeyrana aboriyê ne tenê li sektora me  bandorek mezin li ser sektorên dinê jî kiriye û ev tiştan anî ziman: “Di aliyê civakî û aboriyê de jin gelek zêde pirsgirêkan dijîn. Hem di nava malbatê de, hem di nav civakê de û hem jî di hêla aboriyê de. Di pêvajoya îro de buhabûn gelek zêde ye û êdî debar gelek zehmet bûye. Em qûmaşan bi dolarê distînin, lê belê berhemên xwe jî dema em difroşin jî nikarin buhayê wan zêde bikin. Ji ber ku nayê kirin û em mişteriyan winda dikin. Ji ber vê yekê jî em pirsgirêkên mezin dijîn. Hemû esnaf heman tiştî dijîn."
 
‘Bi awayeke wekhev nêzî esnafan nabin' 
 
Saniye, di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li hemberî esnafan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hikûmet alîkariyê bide esnafên ku rewşa wan xirab. Lê belê di şert û mercên îro de kesên dewlemend bêtir dibe dewlemend. Kesên xîzan jî bêtir tibin xîzan. Welat di nava xizaniyek mezin de ye. Berê rewş wisa nînbû. Her kes dikarî debara xwe bike. Lê niha nikarin debara xwe ya rojane bikin. Niha ji bo debarê gelek kes neçar dimînin ku karek duyem bikin. Xwezî bi awayek wekhev nêzî hemû esnafan bibûna.”