Demsala turîzmê li Bodrumê dereng destpê kir: Sedem polîtîkayên şer in

  • 09:07 8 Tîrmeh 2022
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Esnafên Bodrumê diyar kirin ku ji ber sedema krîza aborî ya her diçe xera dibe, dereng demsal vebûye û got sedema krîzê polîtîkayên şer in.
 
Li gori daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di çaryeka ewil a di 2022’and e bandora pandemiyê li ser hatiniya turîzmê didme û li gorî heman çaryeka sala borî ji sedî 122,4 zêde bûye û bûye 5 mîlyar û 454 mîlyon û 488 hezar dolar. Çaryeka duyem a 2022’an hîna nehatiye aşkerakirin. Esnafên Bodrumê diyar kirin ku krîz li gorî sala borî hîn bêtir giran bûye û got turîstên cihî êdî nayên Bodrumê.
 
Tîşortek 10 dolar e
 
Elîf Dogan a li Kolana Marîna ya Bodrumê butîkê dixebitîne, 8 meh e dewr girtiye. Elîfê got dema dest bi vî karî kiriye encamek wisa nedipa û wiha dirêjî dayê: “Em bi dolar berheman digirin. Berhemên em digirin jî gelek biha ne.  Em ji kiryaran re her tiştî neçarin yek bi yek îzah bikin. Tîşortek bûye 10 dolar. Em nikarin kara xwe bikin ser. Em bikin ser kiryar nayên. Kiryar dibêjin meha borî baştir bû. Em jî dibêjin dolar zêde ye ji ber vê.”
 
‘Kirê pir biha ne’
 
Elîfê balkişand ser bihayên kirê û wiha bi lêv kir: “Ji bo cihên qet nebaş kirê pir zêde ne. Em karekî cuda nekin em nikarin debara xwe bikn. Her der sekinî ye. Li der qelebalix heye lê kes tiştekî nagire. Ez rojê 10 saetan li vir im. Lê 10 kes nayên dukanê. Hinek kes hinek tiştan luks dibînin. Ji bo aborî baş be divê dolar û euro kêm bibe. Zêdebûna muçeyê asgarî bandorê li me nake. Kes tiştekî nikare bigire. Hêza girtinê tune ye. Em her tim bi fikarin.”
 
‘Yên bi mûçeyên asgarî nikarin bên vir’
 
Necmiye Kiroglu ya kafe û pastexaneyê dixebitîne jî diyar kir ku tevlî xurekên organîk jî tînin firotin gelek xerabe û wiha got: “Krîz me dide zorê. Alavên yek pasteyekê 2-3 hezar e. Dema pasta neyê firotin diçe çopê. Em zirarê dikin. Dolar her diçe biha dibe. Kirê pir biha ne. Kesên bi mûçeyên asgarî nikarin bên van deran. Ma wê çawa bên.”
 
‘Divê desthilatdarî biguhere’
 
Gulşen Şahîn jî ya li otela hevjînê xwe dixebite jî balkişand ser krîza aborî û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber krîzê turîst kêm bûne. Li gorî me memur di rewşa navîn de bûn. Lê ew jî êdî nayên. Her tişt li Bodrumê guherî. Sezon nû vebû û piranî biyanî ne. Turîstên xwecihî nayên. Xwarin û vexwarin pir biha ye. Sedema krîzê desthilatdarî ye. Divê ev rêveberî biguhere û yên zana  vî welatî bi rêve bibin.”
 
 ‘Turîst nayên’
 
Asli Aydin jî 4 sale standa xişir vedike û teqawît e. Asliyê jî der barê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Her tim biha diguherin. Turîstên biyanî ji bo Tirkiye erzan e tên. Ji ber li Tirkiyeyê krîz heye wisa ye. Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake. Yên Qesrê li ser dengê me dijîn. Sedema krîzê rêveberiya şaş e. Sedema herî mezin polîtîkayên şer in.”