ÎSÎG: Herî kêm 53 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane

  • 15:09 6 Tîrmeh 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - Li gorî rapora 6 mehên ewilî ya Meclisa ÎSÎG’ê herî kêm 53 jin û bi tevahî 842 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar ên 6 mehên salê eşkere kir. Li gorî raporê div an 6 mehan de herî kêm 842 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de awayên îstîhdama cînayetên kar hat dayîn. Li gorî vê yekê 792 bi meaş (karker û karmend) û 113 kes jî di karen xwe de (cotkar û esnaf) jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê; 165 karker di qezayên trafîkê û qezayên serwîsê de, 155 karker ji perçiqandin û hilweşînê, 128 karker ji qatên bilind de ketine, 100 karker ji ber krîza dil, xwîn çûye ser mêjiyê wan, 46 karkeran ji dawî li jiyana xwe anîne,  42 karker ji ber Covid-19’ê, 41 karker ji ber jehrî û xeniqandinê, 40 karker ji ber ku ceyranê bi wan girtiye, 31 karker ji ber tundiyê, 29 karker ji ber teqîn û şewitandinê, 12 karker tiştek li wan ketiye, ji cihekî ve ketine, 6 karker ji ber birîn û qetandinê û ji ber sedemên din jî 47 karker jiyana xwe ji dest dane. 
  
Di raporê de hat destnîşankirin ku 22 zarokên karker jî jiyana xwe ji dest dane û her wiha 53 jinên karker jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de t3e gotin ji van karkeran 48 jê penaber bûne. 19 karker ji Sûriyê, 12 karker ji Afganistanê, 4 karker ji Ozbekistanê, 3 karker ji Îranê, 2 karker ji Turkmenistanê, karkerek ji Belarusê, karkerek ji Endonezya, karkerek ji Iraqê, karkerek ji Rûsya, karkerek ji Pakistan, karkerek ji Sirbistanê, karkerek ji Yûnanistanê, karkerek ji Ukraynayê. 
  
Li gorî raporê di rêza ewil a ku herî zêde karker lê mirine Stenbolê tê û pişt re jî Îzmîr û Mugla tê.