Jinên Amedê: Em îktidara nikare rêveberiyê bike, naxwazin

  • 09:01 3 Tîrmeh 2022
  • Ked/Aborî
Derya Ren - Medya Uren
 
AMED - Jinên Amedê têkiladarî qeyrana heyî berteka xwe nîşan dan. Jinekê got ez li ser çopê nan kom dikim û gelekan jî gotin em bi mûçeya kêmtirîn hewl didin debara xwe bikin, lê têra me nake. Jinan wekî sedema vê xizaniyê îktidara AKP-MHP'ê nîşan dan û gotin: "Em îktidara nikare rêveberiyê bike, naxwazin."
 
Qeyrana aborî ya her ku diçe zêde dibe bi taybetî li herêmê bandoreke giran nîşan dide. Li Amedê û bajarên derdorê jî bi heman rengî bihayê rêwitiya bi maşîneyan, bihayê arvan, nan û xurekan zêde bû. Rêwitiya ku 4,50 TL bû niha derketiye 6,50 TL. Xurek jî bihabûnek 3-4 qatî nîşan dide. Ji bo em rewşa qeyranê ji welatiyan hîn bibin, me mîkrafona xwe li bazara di taxa Ofîsê de dirêjî jinan kir.
 
Nirxandinên jinan ên di derbarê qeyrana aborî de wiha ne:
 
'Hêviya min nema ye'
 
Meryem Aslan: Em niha di malê de 2 kes dixebitin. Lê mixabin cardin jî di aliyê aboriyê de em tengasiyê dijîn. Xemgîniya min zêdetir di aliyê pêşeroja zarokên min de çêdibe. Ji wan wê pêşerojek çawa bibe ez nizanim. Hertişt pir giran e. Ez hatime bazarê ji bo pêdiviyên malê yên sereke bistînim lê belê çiqasî bihayê wan hîn dibim xemgîn dibim. Her ku diçe bihabûn zede dibe. Sala çûyî ger min 20-30 lîre dianî bazarê niha ez bi 200 lîre tînim lê belê dîsa jî tê nake. Tiştê herî erzan ne di bin 6 lîrayê de ye. Her hefte jî tu neçarî werî bazarê û pêwîstiyan bistînî. Encex em tên her hefte pîvaz û kartolan distînin. Berê ger me kîloyek distend îro em bi nîv kîloyî hewl didin îdara xwe bikin. Ji her tiştî kêm kêm em mesrefê dikin û hewl didin debara xwe bikin. Rewşa me ber bi başiyê ve naçe û hêviya min a başbûnê jî nema ye."
 
'Em Erdogan naxwazin'
 
Sayîme Demîr: "Ez hatime bazarê lê va ez ji serî dest pê bikim heta dawî jî biçim ez ê nikaribim tiştekî bistînim. Her tişt gelek biha ye. Erdogan mala me hemûyan xira kir. Pereyê Erdogan pir e jê re ev bihabûn ne xem e. Bi qasî sed milyaran dahata wî heye. Yên ku teqawît bûne yan ji mûçeya kêmtirîn digirin 100 lîre jî zem ji wan re çêdibe keyfê dikin. Ka werin bibînin em dikarin fêkiyan bistînin. Feqîr fêqiyan naxwin. Heta niha jî ez nikarim bistînim. Gelek kes ji ber qeyrana aboriyê, ji ber nikarin debara xwe bikin întîxar kirine. Ji derveyî wê gelek kes jî dawî li zewca xwe tînin. Êdî civak di rewşek xirab de ye. Erdogan 25 sal in li ser îktidarê ye, cihê wî xweş e ranabe. Karê wî qediya. Wî Tirkiye qedand. Êdî pêwîst e yekî wek wî neke were cihê wî. Divê êdî mûçeyên kêmtirîn û kedkaran werin zêdekirin. Haya kesî ji gel nîne tev ji birçîna mirin. Bila hilbijarinek demildest çêbikin û wan ji îktidarê bikin der. Em wan naxwazin."
 
'Haya wan ji gel nîne'
 
Salîha Olganer jî wiha diyar kir: "Ez niha nû ketim hundirê bazarê, wê ev diravê gel min têra min bike, neke nizanim. Her tişt pir biha ye. Bi tu awayî em nikarin pêdiviyên xwe baş bistînin. Mûçe têra me nake. Ez bi neviya xwe re hatim, xwest em qeresiyan bistînin, lê me nekarî em bigirin. Encex em bikaribin pêdiviyên sereke yên weke firingî û kartol bistînin. Berpirsyarên vê qeyranê bê guman ên ku rêveberiya vî welatî dikin e. Ew di rehetiyê de ne. Mûçeya distînin zêde ye, hertiştê wan ji qirika gel diçe. Di koşk û qesrên xwe de ne û haya wan ji kesên ku bi mûçeya kêmtirîn debara xwe dikin nîne. Ez di malê de tenê me û mûçeya teqawîtbûnê distînim. Ev jî qet têra min nake. Ez tenê nikarim deynê ceyranê bidim. Bifikirin ruxmê ez tenê me jî di bin 400 lîrayî de deyn nayê ji min re. Em nikarin debara xwe bikin. Xwedê alîkarê xizan û bi taybetî jî ciwanan be."
 
'Min ji ser çopê nan kom kir'
 
Tirkan Omur: "6 zarokên min ên sêwî hene. Hesreta me ew e em nanekî bi xweşikahî bixwin. Em di kirê de rûdinin. Em nikarin diravê xaniyê xwe jî bidin. Hertişt biha bûye, em rojekê zikê xwe têr bikin jî em şikir dikin. Arvan û dohn her ku diçe biha dibe. Jixwe fêkî û sebzeyan em bixwazin jî em nikarin bigirin. Ez niha hatim min li derdora çopê nan kom kiriye ez ê bibim malê. Êdî tiştek ji destê me nayê tenê dua dikim. Kurekî min jî di girtîgeha Sêwasê de ye û hatiye girtin. Heta niha min nikaribû bibînim jî. Ger telefonek kir encex wisa ez rewşa wî hîn bibim."
 
'Gel çawa debara xwe dike nizanim'
 
Bedîha Guneş: "Bihayê her tiştî zêde bûye. Kîloyek firingî bi 15 lîrayî ye. Gel çawa debara xwe dike nizanim. Jixwe çi dibe li xizanan dibe. Tiştek bi dewlemendan nayê. Tiştek ber bi başiyê ve naçe. Her ku diçe rewş xerab dibe. Berê kesî kartol nedigirt, ango bi belaşî li xelkê belav dikirin. Niha li bazarê bipirsin kiloya kartolan hatiye 10 lîreyî. Xebera we ji bihayê kirê heye çiqas giran bûne. Malbatên di kirê de wê çibikin. Wê zarokên xwe têr bikin, wê kiriya malê bidin, wê çibikin? Min ji bazarê pîvaz, kartol û hêk stend. Ev qas jî 100 lîre girt. Kesên ku mûçeya kêmtirîn digirin, bi tu awayî nikarin debara xwe bikin. Ger 3 zarokên te hebin, divê herî kêm 10 milyar pere biçe mala wê de. Divê ne di kirê de jî be. Encex bi vî awayî bikaribe li gorî şert û mercan debara xwe bike. Wê bi mûçeya kêmtirîn kî deynê çi bide. Nanek bûye 5 lîre."
 
'Hûn bihayê fêkiyan nîşan bidin jixwe bes e'
 
Kadriye Kaya: "Bihayê fêkiyan di astek ku neyê bawerkirinê de ye. Li gorî sala çûyî her tişt 4 qat bihatir bûye. Em du kes di malekê de dimînin. Min 100 lîre anî bazarê, lê encex min karibû hinek sebze bistînim. Min nikaribû pêwîstiyên xwe hemûyan bistînim. Encex min kêm, kêm dikaribû bigirta. Her tişt xuya ye, pêwîst nake em şîrove bikin. Hûn bihayê fêkiyan nîşan bidin jixwe bes e."
 
'Mûçeya kêmtirîn têra kê dike?'
 
Nezaket Kalkan: "Min berê di bin 100’î de dirav xerç dikir. Lê niha ez li ser 100’î dirav tînim bazarê jî têra min nake ku ez pêwistiyên xwe bistînim. Min kêm tişt sitend. Jixwe ger em bixwazin fêkiyan bistînin wê ev pere qat bi qat zêdetir bibe. Me berê torbeyek kartol bi 5 lîreyî distand, niha kiloya wî hatiye 10 lîrayî. Sedema vê jî nezanabûna gelê me ye. Ji her tiştî re serî ditewînin. Dibêjin wê derbas bibe û bi vî rengî xwe dixapînin. Lê tiştek derbas nabe. Ne tenê di xurekan de di her tiştî de ev rewşa bihabûnê heye. Ger kesek di kirê de be, deynê ceyran, av û gaza xwezayî jî bide, wê mûçeya kêmtirîn têra van yekan tenê neke."
 
'Dirav têra me nake û em gelek zehmetiyan dijîn'
 
Fatma: "Hîna min temaşeyê bihayê zebzeyan nekiriye lê ev demeke hertişt pir bi biha bûye. Mixabin dirav têra me nake û em gelek zehmetiyan dijîn. Her dema derbas dibe ferqek mezin dikeve navbera bihayê wan de. Tiştê ku meha borî me dikaribû bistînin, vê mehê em nikarin. Li cîhanê qeyranek aborî heye, lê ev li gel me bi bandortir e. Kesek bi mûçeya kêmtirîn dixebite nikare debara xwe bike ev ê ji wan re gelek zor were. Em bixwazin li gorî îdara xwe tiştekî ji rêzê bistînin jî em nikarin kêmî 200 lîreyî li bazarê xerc bikin. Bi taybetî xurekên weke penîr û fêkî gelek biha ne. Ev ji kêm zêde bandor li her kesî kir."