ÎSÎG: Di 5 mehan de 43 karkerên jin jiyana xwe ji dest da

  • 13:40 9 Hezîran 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG'ê di 5 mehên destpêkê yên sala 2022'yan de 43 karkerên jin û bi tevalî 646 karker di encama cinayetên kar de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Ewlehiya Karkeran û Tenduristiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên kar a 5 mehên destpekê yên sala 2022'yan weşand. Li gorî raporê di nav 5 mehan de 646 karkeran di encama cinayetên kar de jiyana xwe ji dest daye. Ji van karkeran 43 jê karkerên jin in. 
 
Her wiha di nav karkeran de 38 karkerên penaber jî hene. Herî zêde cînayetên kar li Stenbolê, Kocaelî, Antalya û Mûglayê pêk hatine. 
 
Di raporê de weke sedem jî pelçiqandin, hezan, qezayên servîs û trafîqê, di jor de ketin, krîza dil, çûyîna xwînê ya ser mêjî, kovîd-19, întihar, jehrîbûn, fetisandin, tundî, pêgirtina ceyranê, teqîn û şewitandin, qelibandina diştan, ketin, qetandin hatin nîşandan.