'Sedema krîzê şer e'

  • 09:06 11 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Welatiyên ji ber zêdebûna bihayên xurekan destvala ji bazarê vedigerin diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer in û wiha gotin: “Her ku şer bidome wê krîz jî mezin bibe." 
 
Li Tirkiyeyê ji ber bihabûna xurekan û bilindbûna enflasyonê welatî nikarin hewcadariyên sereke jî bigirin û welatiyên li Wanê  diyar kirin ku şer krîzê girantir dike û bertek nîşanê operasyonên dersînor dan. Jinên bazara navçeya Reya Armûşê der barê krîzêd e axivîn û gotin her ku şer bidome wê krîz jî mezin bibe.
 
Tezgah dereng vedibin û cure kêm in
 
Li taxa Sixkê ya Rêya Armûşê ya Wanê ku hefteyê rojekê bazar vedibe, ji ber hêza girtinê kême esnaf dereng tezgahan vedike û tezgahên serê sibehê zû vedibûn niha ber bi saetên nîvro vedibe. Li bazarê zêdebûna alavên cil û berg û zucaciyê balê dikşînin.
 
Her tişt tê pirsîn lê tiştek nayê girtin
 
Welatiyên derdikevin bazarê seranserê bazarê digerin û gelek welatî destvala vedigerin. WElatiyên ku hinek be jî dan û stanê dikin bi du an jî sê poşetan ji bazarê vedigerin.
 
‘Di bêrîka welatiyan de pere tune’ 
 
Gelek esnafên ku berê li bazarê tezgah vedikirin, niha tezgehên xwe girtine. Esnafên ku bi 20 sal in sebze difroşin diyar dikin ku bi mehên biharê re destbi firotina pincar dikin û wekê din zêde tişt nayê firotin. Welatiyên berê diçûn bazarê bi kîloyan xurekan vedigeriyan malê lê niha nîv kîlo an jî yeko yeko sebze digirin. Esnafan da zanîn ku biha hinek ketine lê ji ber di bêrîka welatiyan de pere tune, tişt nayên firotin.
 
Sê firingî 4 xiyar û kîloyek kartol
 
Dîlan Şen ku bi zarokê xwe re hatiye bazarê bi du poşetan ji bazarê vedigere û wiha got: “Sê firingî, çar xiyar û kîloyek kartol tenê min girt. Ev tiştên min girtine du rojan îdare dike. Ez çend hefteyan carê têm bazarê. Gelek caran destvala vedigerim. 4 zarokên min xwendekarin. Tenê keça min dixebite û em bi mûçeyê wê debarê dikin. Krîza aborî ji polîtîkayên desthilatdariyê diqewime. Bila hiqûq pêk bê edalet pêk tê. Em jî jiyanek xweş dixwazin. Jiyan pir bihaye û wê heta kengê bidome.”
 
Biha zêdene, pere tune
 
Hatîce Peyan jî bi lêv kir ku 50 TL hatiye danûstanê û wiha pê de çû: “Min tenê şekir û leblebî girtin. Min tiştek din negirt. Pere tune. Biha zêde ne. Min sebze negirt. Her roj ez dibêjim îro çi xwarinê çêbikim.”
 
‘Li her derê şer û pevçûn hene’
 
Asiye Kaval jî bertek nîşanê polîtîkayên şer, krîza aborî da û got sedema krîzê polîtîkayên şer in û wiha nirxand: “Ger di hilbijartinan de em dengê xwe bidin partiya xwe û em dirûst bin wê şer jî bidawî be. Her tişt di destê Tayyîp Erdogan de ye. Gel çi bike. Li her derê şer û pevçûn hene. Bila êdî şer bidawî be. Em tiştekî din naxwazin.”
 
‘Heta şer bidome wê krîz jî giran be’
 
Pakîze Teymur jî bi lêv kir ku her sibê bi zema nû şiyar dibin û wiha nirxand: “Xanî kirê ye. Em 7 nifûs in. Em nikarin tu tiştekî bigirin. Her ku şer bidome wê biha jî zêde bibin. Em şer naxazin. Bila dayika leşker û yên serê çiyê negirîn. Heta şer hebe wê krîz jî bidome.”
 
‘Zarokên me nikarin kar bibînin’
 
Makbule Erek jî destnîşan kir ku 50 TL hatiye bazarê û wiha berteka xwe nîşan da: “Di mala me de kes naxebite. Tenê ez dixebitim û pirsgirêkên min yên tenduristiyê hene. Ez nikarim kîloyek sebze bigirin. Ger şer bisekine wê her tişt baş be. Aştî pêk bê wê her kes bibe xwedî kar. Gelo ev şer wê heta kengê bidome. Zarokên me nikarin kar bibînin.”
 
‘Em ê pincar berhev bikin û bixwin’
 
Pîroze jî ji bihabûna xurekan gazinc kir û got: “Betalî pirsgirêka herî mezin e. Em nikarin debara xwe bikin. Em ê herî dawî biçin gundên xwe pincar kom bikin û bixwin. Ji bo krîz bidawî be divê şer raweste, aştî pêk bê. Divê aramî pêk bê.”