Jinên Tarlabaşi: Ji bo şer pere heye ji bo me tune ye

  • 09:06 5 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - Şêniyên Tarlabaşi ku bi çêkirina mîdye debara xwe dikin diyar dikin ku ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin û gotin butçeya gel ji bo şer tê veqetandin. 
 
Jinên li Tarlabaşi bi çêkirina mîdye debara xwe dikin daxuyandin ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan kiriye û bila pereyê ji şer re tê xerckirin ji wan re bê xerckirin.
 
Kurdên di 1990’î de ji warên xwe hatin koçberkirin  gelek jê li taxa Tarlabaşi ya Beyoglu ya Stenbolê bi cih bûne. Piranî welatiyên wir debara xwe bi çêkirina mîdye dikin. Lê gelek caran bi astengiyên polîs û zabiteyan re tên rû hev. Welatiyên ku wekê din tu çavkaniya wan a debarê tune ye û li tu derê nayên îstihdamkirin ligel astengiyan niha bi krîza aborî re rû bi rû ne.
 
Şêniyên Tarlabaşi der barê krîza aborî de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Ji jinan Hukmet Açilmiş ya ji bo çavkaniya debarê bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye wiha bi lêv kir: “Tişta me hêvî dikir nebû. Debar pir zehmet e. Kirê û fature pir biha ne. Em nikarin  xwarina xwe bigirin. Her tiş biha ye. Ez evqas ked didim tenê di bêrîka min de 20 lîre dimîne. Berê qe nebûya hinek me debara xwe dikir. Lê ev 2-3 mehe şert zehmet bûne. Welatî nikarin herin bazaran. Nikarin fêkî bigirin. Nan bûye 3 lîre. Ez hezar û 200 lîre kirê didim. Qezenca min ne mûçeyê asgarî ye jî. Em heta dawiya mehê bi zor berhev dikn. Hêvîdar im ev krîz çareser bibe.”
 
‘Rojî qedya me goşt nexwar’
 
 Xezal Aydin jî destnîşan kir ku ji salên 90’î de ji ber atmosfera siyasî û şerên aborî koçî Stenbolê kirine û wê jî ev bertek nîşan da: “Em nikarin debara xwe bikin. Zarokên min gore û sîwanan difroşin. Karekî baş tune ye. Em di kirê de ne. Kirê biha ne. Her tişt biha ye. Rojî qedya me gotş negirt. Mirîşkek min hebû min ji bo cejnê veşart. Her kes dixwaze di şertên baş de bijî. Lê derfet tune ne.”
 
Ji bo şer pere heye, ji bo gel tune ye!
 
Şîrîne Aydin jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em ji ber aboriyê koçber bûn. 5 zarokên min hene. Ez nikarin şîr û potikên zarokan bigirim. Hevjînê min karekî baş di destê wî de tune ye. Xanî kirê ye. Her tişt biha ye. Em bi 200 lîre derkevin bazarê tiştek jî pê nayê. Ji ber karên rojane em nikarin li zarokên xwe jî binêrin. Em nikarin ji zarokên xwe re pêlavan bigirin. Pere ji bo şer heye lê ji bo me tune ye. Em şer naxwazin.”
‘Polîs û zabite tezgahan radikin’
 
Hamdiye Acay jî anî zman ku di salên 1990’î de ji ber şewitandina gundan koçî Stenbolê kirine û wê jî ev nirxandin kir: “Em neçar man koç bikin. em li vir jî bi karê mîdeyeyê re eleqeder dibin. Zehmetiyên vê pirin. Em mîdyeyan çêdikin hevjînên me li ser tezgahan difroşin. Lê li aliyekî polîs li aliyekî şaredarî, tên ceza dibirin. Em bi çewalek mîdye re 5-6 saetan mijûl dibin. Gelek zehmet e. Lê polîs û şaredarî tên keda me davêjin û diçin. Em ji şaredariyê beramberê pere cih dixwazin ku tezgahan deynin lê bersiva erênî nadin. Dema kurdbûn dikeve dewrê nadin. Wekê ku kurd ne mirovên vê cîhanê ne nêz dibin. Krîza aborî û şer giran bûne. Rewşa welatiyan qet nebaşe. Debar nabe. Ger ku şer tunebûna wê  ev krîza aborû  jî tunebûna.”