Ji qadên 1'ê Gulanê: Li dijî şer û kedxwariyê bijî 1'ê Gulanê

  • 17:12 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan bajar û navçeyên herêm û Tirkiyeyê karker û kedkar derketin qadan û dijî şer û pergala kedxwariyê gotinên xwe anîn ziman û banga berxwedanê kirin. 
 
Bi dehan bajarên herêmê û Tirkiyeyê bi sedhazaran karker û kedkar herikin qadên 1’ê Gulanê. Karker û kedkar li dijî şer û pergala kedxwariyê daxwazên xwe anîn ziman. Her sazî û rêxistin bi al, pankart û dirûşmên xwe meşiyan û kortej bi kortej diherikin qadên 1’ê Gulanê û bi pêyamên xurt 1'ê Gulanê pêşwazî kirin. 
 
Sêrt
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Sêrtê, xwestin li Qada Demokrasiyê pîrozbahiyê li dar bixin. Lê ev daxwaz ji hêla walitiyê ve hat astengkirin. Girseya ku li qadê kombûn bertek nîşanî wê yekê dan. Sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê Pankartên "Ji bo nan, azadî û edaletê li dijî xizaniyê em ê pergalê biguherînin" û "Li dijî kedxwarî, xizanî, bêewlehiyê û şer em ê têkoşîna xwe mezin bikin" bi kurdî, tirkî û erebî hatin vekirin. Mîtînga ku dê li qada Demokrasiyê bihata lidarxistin ji hêla walîtîyê ve hatibû astengkirin. Serokê Egîtîm Senê ya Sêrtê Selahattîn Talu bertek nîşanî vê biryarê da. Girseya ku xwest li vir govendê bigerîne ji hêla astengiya polîsan ve rûbirû ma. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî vê yekê da û got "Hûn nikarin cih nîşanî me bidin em li ku bixwazin em ê li vir govendê bigerînin. Girse bi dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" ji qadê belav bûn. 
 
Dêrsîm 
 
Li Dêrsimê jî li Qada Seyîd Riza 1'ê Gulanê bi pêşengiya Hêzên Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê ve mîtîgek hat lidarxistin. Bi hezaran kes li Kolana Hunerê kom bûn û ber bi qadê ve meşiyan. Di meşê de pankartên wekî “Bijî Yekê Gulanê”, “Li dijî şer û kedxwariyê bijî 1'ê Gulanê" vekirin. Her wiha di meşê de dirûşmên wekî “Bijî Yekê Gulanê”, “Ji şer ne na, bila aştî pêk bê", “Bijî berxwedana zindanan” û “Bimre faşîzm" hat berzkirin. Di mîtîngê dê axaftvan bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên şer û têkoşîn û berxwedana kedkar û karkeran. 
 
Êlih 
 
Bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê, li ber Nexweşxaneya Zîlanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Girseya ku li vir kom bû bi dirûşma û tilîliyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Piştî kombûna girseyê ber bi qada mîtîngê ve meşek hat lidarxistin. Sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tevlî mîtîngê bûn. Mîtînga ku li Parka Jinan a 8'ê Adarê hat lidarxistinde peyamên berxwedanê hatin dayîn. Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Sorjiyan derket ser dikê.
 
Mêrdîn 
 
Li Mêrdînê 1'ê Gulanê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Tabiban a Mêrdînê ve hat pîrozkirin. Li ber postexaneya Yenîşehirê girse kom bûn û ber bi Parka Karayoluyê meşiyan. Nûnerên saziyan, parlamenterên HDP'ê, siyasetmedar û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de polîtîkayên şer ên hikûmetê hatin şermezar kirin û banga bidawîkirina polîtîkayên kedxwariyê hatin kirin. Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk û girtiyên nexweş. Pîrozbahî bi govend gerandinê bi dawî bû. 
 
Meletê 
 
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Meletê li Qada 1'ê Gulanê ya li Meletiya Kevn hat lidarxistin. Bi sedan kes li Kolana Emeksiz hatin gel hevdu û dirûşmên "Jin jiyan azadî","HDP gel e gel li vir e","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" berz kirin. Gel govend gerand û herikî qada mîtingê. Mîtinga ku bi rêzgirtinê dest pê kir bi gotina sirûda 1'ê Gulanê dewam kir.  Piştî axaftinan komên muzikê derketin ser dikê û mîting bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Qers 
 
Bi pêşengiya Platforma Pêkhateyên Qersê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li qada Tren Gari mîtinga 1'ê Gulanê hat lidarxistin. Bi hezaran welatî, partiyên siyasî, rêxistinên demokrasiyê beşdar bûn. Di mîtingê de pankarta "Bijî yekê gulanê","Em ê teqez bi ser bikevin" hatin hilgirtin û pankarta "Butçeyê ne ji şer ji gel re veqetînin" hat berzkirin. Bi rêzgirtinê mîtingê dest pê kir. Hevserokê Egitim-Senê yê Qersê Hakan Topçu, bal kişand ser qeyrana aborî ya heyî û got polîtîkayen AKP'ê yên cihêkar civakê ji hev dûr dixe. Mîting bi gotina stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.
 
Artvîn 
 
Li Hopaya Arvînê girse li ber Fabrîkaya ÇAYKUR'ê kom bûn û heta Qada Metîn Lokumcuyê meşiyan. Di meşê de banga domandina berxwedanê ya hevpar hat dayîn. 
 
Deryaya Reş 
 
Li Rîze, Trabzon, Ordu, Giresun, Samsun û Sînopê jî mîtîngên 1'ê Gulanê hatin lidarxistin. Di mîtîngên hatî li darxistin de girse bal kişand ser tehrîbatên ku li hemberî xwezayê pêk tê. 
 
Aydin
 
Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên ji aliyê Komiteya Tertip a 1'ê Gulanê ya Aydinê pêk hatin de bi hezaran welatî li Qada Zaferê hatin gel hevdu û meş li dar xistin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemariyê yê Aydinê (KESK) Ali Demir, li dijî mêtingeriya kedê banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Denizli 
 
Bi banga Hêzên Demokrasî û Kedê yên Denizliyê li Qada Çinarê ya Navçeya Merkezefendî yekê gulanê hat pîrozkirin. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Balikesîr
 
Li Balikesirê du mîting hatin lidarxistin. Bi sedan welatî li Bazara Çarşemê kom bûn û heta Kolana 100. Yil meşiyan. Welatiyan dirûşmên "Bijî Yekê Gulanê","Kar, Ked, Azadî" berz kirin. Meşê heta Stada Ataturkê ya Balikesirê dewam kir û li vir mîting hat lidarxistin. 
 
Mugla
 
Bi banga Platforma Demokrasî û Kedê ya Muglayê li navçeya Menteşeyê li ber Parka Mehmet Ali Eren girse kom bû û ber bi Bazara Otoyê ya Vekirî ya Menteşeyê gel meşiya. Di dema meşê de dirûşmên "Bila şer, mêtingerî, tecrîd bi dawî bibin","Bila zordest nemînin" hatin berzkirin. Gelek partiyên siyasî, sazî û dezger her wiha gelek welatî beşdarî meşê bûn. 
 
Di metna hevpar a Komîteya Tertîpê de hat gotin pergala heyî heq û hiqûqa gel dieciqîne û bêedaetî mezin dibe.