'Dem dema azadiya Ocalan e'

  • 15:54 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temelli yê di mîtingê de axivî wiha got:"Rêya avakirina demokrasiyê ji Îmraliyê dest pê dike. Loma em ê tecrîdê bişkînin û Ocalan azad bikin."
 
Pîrozbahiya mitînga 1'ê Gulanê ya Wanê bi hemû çoşa xwe didome. Di mitîngê de Endamê MYK'a KESK'ê Şenok Koksal û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivîn. 
 
'Bi neçareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin desthilata xwe mayînde bikin'
 
Di mitîngê de destpêkê Endamê MYK'a KESK'ê Şenol Koksal axivî û ev tişt gotin: "Bi bêçareserîhiştina pirsgirêka kurd dixwazin rantê bi dest bixin û desthilata xwe mayînde bikin. Desthilata hemû dijberên xwe dike hedef û wan tune dihesibîne. Desthilata amadekariya pêşerojeke tarî dike. Ev pergala xerab wiha nikare bidome. Çûna pergala yekzilamî daxwaza hevpar a herkesî ye. Em ê dinyayeke ku demokrasî û laîklîk lê serwer be ava bikin. Em pergaleke ku têde di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêk bên çareserkirin, li şûna girtîgehan dibistan bên çêkirin, tundiya li ser jinan û destidrêjiya li wa bi dawî bibin dixwazin. Em ê bi pêkve vê pergalê biguherînin. Hêza me ya ku em vî welatî careke din ava bikin heye."
 
'Wê ev pargal têk biçe û gel aram bibin'
 
Piştî Koksal Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, axivî. Sezaî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên aboriyê yên desthilatê û destnîşan kir ku ew pergala şer û xwînmijandinê îtîraz dikin û wiha got: "Îro rêwiyên xeta sêyemîn li qadên 1'ê Gulanê ne. Îro roja yekîtiyê ye û hatina cem hev a jin û kedkaran e. Heke em yekîtiya xwe ava nekin wê pergala me parçe bike û li ser piya bimîne. Îro zarok û kedkarên me xizan in. Sedema vê xizaniyê ev pergala talanê ye. Em ê hesabê her loqa ku hûn dixwin ji we bixwazin û fitîl fitîl di pozê we de bînin. Dem dema yekitya kedkarên kurd û tirk e. Îro herî zêde keda kurdan tê xwarin. Wê ev pargal têk biçe û gel aram bibin. Kesên ku li qadên Newrozê û 1'ê Gulanê hatin gelhev dixwazin ev pergala kedxwariyê biguherînin. Kesên ku li Ûkraynayê bûne qasidê aştiyê her roj bombeyan di ser kurdan de dibarînin. Neyartî û şerê li dijî kurdan bi dawî bikin. Rêya vê di dijberiya şer re derbas dibe. Kê li dijî şer dernekve avê dikişîne çerxa vê pergalê. Kesên ku vê zilmê nabînin bila ji me re qala demokrasiyê nekin."
 
'Em ê tecrîdê bişikînin'
 
Di berdewamiyê de Sezaî, destnîşan kir ku şer zilm û ev tişt anîn ziman: "Em bangî gelê kurd, kedkar û jinan dikin; li dijî vê pergala kedxwariyê û şer bên gelhev. Tiştekî ku vana bidine me nemaye. Em bang li kesên ku dixwazin vê pergalê sererast bikin dikin; ev pergala we ya kev hildiweşe. Ên ku li şûna vê pergaleke nû ava bikin em in. Çare û çareserî em in, em tev in. Dem dema hilweşandina vê desthilatê û avakirina demokrasiyê ye. Em ê bi feraseta xwe ya neteweya demokratîk pêşerojê bi hev re ava bikin. Em ji vir careke din bang dikin; ji şer re na. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya avakirina demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê em ê tecrîdê bişikînin û azadiya  birêz Ocalan pêk bînin. Kesê ku çareseriya wî hebe divê azad be. Em tecrîda kesên ku çareseriyeke wan tuneye qebûl nakin. Sedema girtin û tecrîdkirina siyasetmedaran tecrîd e. Heta ku tecrîd neyê şikandin ev pergal bi dawî nabe. Vê dizanin û ji ber ku vê dizanin dixwazin hemû welat tek tîp bikin."
 
Dema Sezaî diaxivî tim dirûşmên "Biji berxwedana zindanan" û "Bijî yekîtî bimre koletî" hatin berzkirin. 
 
Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydınlar û Kadir Çat derketin ser dikê û bi stranên wan kedkaran govend gerandin. 
 
Mîtîng bi gotina stranan bi dawî bû.