Bi hezaran kes li Stenbolê dimeşin qada 1'ê Gulanê

  • 13:52 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - Bi hezaran kedkar, jin, ciwan ên ji bo 1'ê Gulanê kom bûn bi pankartên daxwazên wan tê de cih digirin ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. 
 
Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diransaz (TDB), 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran tê pîrozkirin. Mitînga ku bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser bikevin” tê lidarxistin dest pê kir. Mitîng li Qada Maltepeyê pêk tê. Bi hezaran kedkar û karker û endamên partiyan li nokteyên cuda li hev kom bûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve dest bi meşê kirin. Li qada bi deh hezaran karker kom bûn û li ber stranan govendê digerînin. 
 
Rêxistinên sivîl ref bi ref diherikin qada mitîngê  
 
Jinên li qadê kom bûn pankartên xwe vekirin û peyama raperînê dan. HDK, HDP, DBP, TJA'yê jî bi pankarta û dirûşmên xwe di pîrozbahiyê de cih digirin. DBP’ê pankarta "Em bi hev re li dijî şer û xiyanetê têkoşînê mezintir bikin" vekir. Dayikên Aştiyê jî pankarta "Em li dijî şer aştiyê diparêzin" vekirin û di nava meşa ber bi qadê de cih girtin. Bi dehan sazî û dezgehên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî ref bi ref diherikin qada mitîngê. 
 
Dayikên Aştiyê silav ji Îmraliyê û girtiyên li zindanan şandin
 
Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe spî balê dikişînin ser xwe dovîzên "Jin naxwazin şer bikin" û "Niha dema jinan e" hildan û dirûşma "Hezar hezar silav li zindanan be" û "Hezar hezar silav li Îmraliyê be" berz kirin. 
 
Li qadê coşek mezin a pîrozbahiyê heye û karker û kedkar ref bi ref hê jî ber bi qadê ve dimeşin.