Mîtînga li Wanê ya 1'ê Gulanê bi dirûşmên li dijî şer dest pê kir

  • 12:23 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
WAN - Bi hezaran kes ji 1'ê Gulanê li Wanê herikîn qadan û li dijî şer, zilm û mêtingeriyê bertekên xwe nîşan dan. 
 
Yek ji bajarên ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran lê tê pîrozkirin jî Wan e. Bi hezaran kedkar li Wanê diherikin qada 1’ê Gulanê. Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di saetên serê sibehê de li derdora Nexweşxaneya Hayatê hatin ba hev û kortej bi kortej û bi dirûşman ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Di meşê de li dijî şer û pergala kedxwariyê dirûşm hatin berzkirin û li qadê jî xelekên govendê hatin gerandin. Karker û kedkar ji sê hêlan ve ketin qada mitîngê û gelek welatî jî beşdarî mitîngê bûn. Rojnamegerên li Wanê jî bi pêşengtiya Komneleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) beşdarî mitîngê bûn.