Meşa 1'ê Gulanê ya ber bi Taksîmê ve

  • 11:40 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
 
STENBOL -Tevî astengiyan gelek rêxistin bi dirûşma "Bijî Yekê Gulanê" meşiyan qada Taksîmê. 
 
Berî Roja Ked û Piştevaniyê ya Yekê Gulanê polîsan Qada Taksîmê bi barîkatan girtin. Rêyên derdikevin Qada Îstiklalê jî hatin girtin. Tevî vêya jî rêxistin û xwendekaran xwestin bikevin Qada Taksîmê. 
 
Endamên Partiya Şoreşger li Osmanbeya Şişliyê li ber metroyê hatin gel hevdu û bi dirûşman meşiyan Qada Îstiklalê. 
 
Polîsan girse dorpêç kir û nêzî 10 kesan bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin. 
 
Rojnamger hatin binçavkirin
 
Nûçegîhana me Rozerin Gultekin û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamayayê (MA) Dogan Kaynak jî hatin binçavkirin. Polîsan rojnameger girtin wesayita binçavkirinê û telefonê wan ji wan girtin. Piştre rojnameger serbest berdan. 
 
Tevî astengiyan Komîteyên Ciwanan, Beşiktaş Akaretler xwestin bimeşin Qada Taksîmê. Xwendekaran bi dirûşma "Ew ê ciwan barîkatan hilweşînin" bertek nîşan dan. Polîsên xwendekar asteng kirin gelek xwendekar kirin bin çavan. 
 
Endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) jî bi dirûşma "Rêyeke derketinê heye" xwestin bimeşin Qada Taksîmê. Polîsan meş asteng kirin û tavî Berdevaka Demê ya TOP'ê Perihan Koca gelek kes binçav kirin. 
 
Dîsa 12 kesên ji Şişli Harbiyeyê derketin Kolana Cumhuriyetê xwestin bimeşin Taksimê lê hatin binçavkirin.