Ji cejnê re saetên kêm ma: Me nikaribû şekir bikiriya, zarok bê kinc man

  • 09:16 1 Gulan 2022
  • Ked/Aborî
 
WAN - Welatiyên ku ji cejnê saetên kêm mane li tezgahên dan û stendinê digerin destvala vedigerin mala xwe. Welatî dibêjin:"Me nîv kîlo şekirê cejnê, çend perçe kinc jî ji zarokan kirî. Me ji hinek zarokan jî qet nikaribû bikiriya. Zarokên bên ber derî, mêvanên werin malê em ê çi bidin wan, em li xwe heyirî man."
 
Ji ber qeyrana aboriyê ya Tirkiyeyê ku ev demeke dirêj e dewam dike welatî pêdiviyên xwe yên bingehîn nikarin pêde bikin. Her roj buhayên pêdiviyan zêde dibin û hêza girtinê ya welatiyan jî her ku diçe kêm dibe. Li Wanê berî cejnê li kolanan tezgah hatin avakirin û esnafan saeta mesaiyê derxistin 24 saetan. Welatiyên ji bo şekir û kinc bikirin çûn ber tezgahan, heta ji destên wan hat hewl dan bi erzanî pêdiviyên xwe bigirin. Lê belê gelek welatî destvala vegeriyan. 
 
Welatî nîv kîlo şekir digirin
 
Li ser tezgahan buhayê nîv kîlo şekir di navbera 35 û 120 TL'yî de diguhere. Buhayê loqim ji 50 TL'yî dest pê dike û heta 200 TL'yî diçe. Welatî ji ber buhabûnê dewsa kîloyekê, nîv kîloyî dikirin. Welatiyên dixwazin ji zarokên xwe re kincan bikirin jî yan çend parçeyan digirin an jî qet nakirin û destvala vedigerin. 
 
Kîsek arvan bi 500 TL'yî ye
 
Ji welatiyan Hatice Gur da zanîn ew ji saetên serê sibehê derketiye sûkê lê belê ji ber buhabûnê tiştek nekiriye û gazinên xwe kir. Haticeyê da zanîn ku cotek gore bi 14 TL'yî ye û wiha lê zêde kir:"Kîsek arvan bi 500 TL'yî ye, tenekeyek rûn bi 400 TL'yî ye. Bila xwedê qebûl neke, min tiştek nekirî. Çimkî pereyê min tune ye, ez nikarim tiştên ku dixwazim bigirim. Ez jî dixwazim hemû pêdiviyên xwe bigirim lê belê nikarim bigirim."
 
Her tişt pir buha ye
 
Newroz Cintan a ji bo zarokên xwe kincan bikire derketibû sûkê wiha got:"Ez derketim dan û stendinê lê belê tenê min çend perçe kinc kirî. Her tişt pir buha ye. Tiştekî ku bikirim tune ye. Divê em ji kesên ev tişt kiriye pirs bikin. Tiştek ji destên me nayê. Berê bi 70 TL'yî me gelek tişt dikaribû bikiriya. Lê belê em nikarin êdî bi vî pereyî tiştekî bigirin."
 
'Berpirsê qeyranê Erdogan e'
 
Hanim Kiye bi lêv kir ku berê ji bo cejnê wan beqlawe û şêraniyên bi vêya mîna digirtin lê belê di vê cejnê de nikarin bigirin û wiha pê de çû:"Niha em nikarin şekir jî bigirin. Ez nizanim ez ê çi bidim zarokên wê bên ber derî. Wê di cejnê de mêvanên min werin lê belê tiştekî ku ez bidim wan tune ye. Berpirsê qeyranê Erdogan e, bila xwedê qebûl neke."
 
'Ji 60 TL'yî tiştek ji me re namîne'
 
Xwendekar Havin Uzunay jî da zanîn ji bo pêdiviyên malbatê yên cejnê pêde bike ew dixebite û ew rojê 60 TL'yî qezenc dike û wiha dewam kir:"Rojane ji bo xwarinê ez 20 TL'yî didim û ji bo heqê rê jî ez 10 TL'yî didim. Ez nikarim tu pêdiviyên xwe bi cih bînim. Malbata me 8 kes e lê em nikarin debara xwe bikin. Me hîn tiştek nekirî. Wiha biçe em ê nikaribin tiştekî bigirin."