Wê berxwedan hilbijart

  • 09:03 30 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - Gulbîn Demîrel ya ji Carrefoursa hat derxistin û ji sendîkaya ku endama wê bû piştgirî negirt, bi tena serê xwe berxwe da. Gulbînê ji bo 1’ê Gulanê jî peyam da û da zanîn ku ew ne mahkumê tarîtiyê ne.
 
Desthilatdarî fatura krîza aborî li kedkar û karkeran dibire û karker îsal 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi berxwedanê pêşwazî dikin. Sala 2022’yan sala berxwedana karkeran e û her wiha sala 2021’ê de jî karker bi pêkanînên kêfî ji kar hatin derxistin. Di 2021’ê de bi hinceta biçûk dibin li Stenbolê ji Carrefoursayê nêzî 530 karker ji kar hatin avêtin. Yek ji van Gulbîn Demîrel ya 7 salan di Careforsayê de xebitiye. Gulbîn di 15’ê îlona 2021’ê de ji kar hat derxistin û piştî vê dest bi berxwedanê kir. Tevî ji aliyê Koperatîfa Tirkiyeyê Sendîkaya Karkerên Hunerên Xweşik û Buroy û Perwerdê (TEZ-KOOP) û zextên karsazan, berxwedana wê bi ser ket û vê berxwedanê nehişt karkerên din ji kar bên avêtin. 
 
Surgunê 5 mexazeyan hat kirin
 
Gulbînê der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku jin bi salane li ber xwe didin û wiha dirêjî dayê: “Ji roja ketim kar min têkoşîna xwe da destpêkirin. Jinên di sektora marketan de dixebtin gelek pirsgirêkan dijîn.  Rastî şîdet psîkolojîk û tacîzê tên. Barê giran radikin. Em li dijî tacîzê bêdeng neman. Hevala me ya ducanî ji kar derxistin me bertek nîşan da. Ez nûner cihê kar hatim hilbijartin. Rêgezên me hebûn. Me xalên qanûna kar û peymana karê komî li mexaza xwe pêk dianîn. Me mafên xwe nîqaş dikirin. Li ser vê xwediyê kar û sendîka nerehet bû. Sendîkayê got ligel me nexebite. Piştre nûneriya min girtin û ez surgunê 5 mexazeyan kirim.”
 
‘Em ji kar hatin avêtin’
 
Gulbînê daxuyakrin ku ji ber mafên karkerên kurd parastiye ew wek terorîst hatiye îlankirin û ev tişt bi lêv kir: “Em li her derê têdikoşin. Çawa qedexeyên pandemiyê rabûn di meha cotmehê de karker ji kar avêtin. Sendîkayê tu bertek nîşan neda. Ez jî di 15’ê îlonê de ji kar derxistim. Berxwedan hêzê dide min. Min dest bi berxwedanê kir. Gelek karkeran piştgirî da min. Gotin em heta dawî ligel te e. Mİn cesaret da karkeran. Ez li mexazeyan geriyam.  Têkşînê ez xurt kirim. Min tu car serî netewand. Bi berxwedana min  karker jî ji kar nehatin avêtin. Berxwedana min lig elek deverî bû mînak.”
 
‘Berxwedan bandor li hev dikin’
 
Gulbînê destnîşan kir ku desthilatdarî, sermaye û sendîka çete bûne û vê çeteyê ji nokteyên cuda karker dikin tengezaryê û ev tişt anî ziman: “Patron piştgiriyê ji sendîka û dewletê digire. Têkoşîna çînî pir zehmete. Kapîtalîzm hewl dide karkeran bê bandor bihêle. Pirsgirêkên me hevparin. Divê em mahkumê xizanî û birçîbûnê nebin. Heta em deng dernexin wê ev zêde bibin.  Ya ku hevkariya van çeteyan xera bike em in. Têkoşîn divê bê meşandin. Berxwedan bandor li hev dike. Piştî ez ji kar hatim avêtin sendîkayê ne li gorî usulê hilbijartin kir.”
 
Ji bo 1’ê Gulanê bang
 
Gulbînê ji bo 1’ê Gulanê jî ban kir û wiha bidawî kir: “Gelek karker ji ber nikarin destûr bigirin nikarin tevli 1’ê Gulanê bibin. Daxwaza herî mezin a karkeran destûre. Karker dixwazin cejna xwe pîroz bikin. Em bi coş û kelecanin. Îsal hem sala karkeran hem sala jinan bû. Ev du sale ji ber pandemiyê 1’ê Gulanê nedihat pîrozkirin.  Lê îsal 1’ê Gulaneke cuda me dipê. Ez hemû karkeran vexwendiyê qadê dikim.”