Jinên ajalan xwedî dikin ji ber qeyrana aboriyê ajalên xwe difiroşin

  • 09:02 26 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
AMED  - Fatma Dagdelen û Ezîze Ceylan ên ku ajalan xwedî dikin ji ber qeyrana heyî neçar dimînin ku ajalên xwe bifiroşin. Jinên ajalan xwedî dikin gotin jêderka debarê ya gundan ajalvanî ye lê ji ber qeyrana aboriyê ew nikarin ajalên xwe têr bikin.
 
Îktidara ku hemû hêza xwe di şer û êrişên ji derveyî sînor de bi kar tîne, gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî herêma Bakurê Kurdistanê ber bi qeyranên mezin ve dibe. Her ku diçe hêza karkeriyê jî kêm dibe. Niştecihên gundan jî para xwe ji vê qeyranê digirin. Gundiyên ku debara xwe bi çandinî û ajalvaniyê dikirin, nikarin êdî çandinî û ajalvaniyê bikin. 
 
Kedkarên bi navê Fatma Dagdelen û Ezîze Ceylan li gundê Hewarê yê girêdayî navçeya Rezana Amedê ye ji bo debara xwe bikin çêlekan xwedî dikirin. Lê belê qeyrana heyî ew aniye asta ku ajalên xwe bifiroşin û êdî nikaribin debara xwe bikin. 
 
'Min hemû çêlek firotin'
 
Fatma Dagdelen zêdeyî 20 çêlekan xwedî dikir. Li gel çêlekan mirîşkan jî xwedî dike û karê çandiniyê jî dike. Lê belê her ku dem çû neçar ma çêlekên xwe bifiroşe. Fatma xemgîniya xwe ya firotina çêlekan bi van gotinan parve dike: "Heta roja îro min tim karê ajalvaniyê dikir. Ez fêr bûme. Min çêlek xwedî dikir û şîrê wan difirot. Lê belê her ku dem çû rewş hate guhertin. Min nikaribû zikê xwe têr bikim, ne jî min dikaribû zikê çêlekan têr bikim. Loma min hemû çêlekên xwe firot û yek tenê hiştiye."
 
'Em êdî nikarin afir bikirin'
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de sedema firotina çêlekan wiha parve kir: "Berî niha min bi firotina şîr dikaribû îdara mala xwe bikim. Piştre me bi şîr dikaribû afir bigirtana. Niha em nikarin bi wî şîrî ji çêlekan afir jî bistînin. Çêlek birçî diman û nexweş diketin. Em neçar man me firot. Min ji hemû çêlekan yek hiştiye. Afir biha ye, her cih zuha ye. Em nikarin berdin çolê jî û wan têr bikin. Ev çend sal in zuhabûn heye, niha jî berdewam dike. Tov jî, gubre jî biha bûne. Em ne dikarin çandiniyê bikin ne jî ajalvaniyê."
 
'Niştecihên gundan jî di rewşa xeter de ne'
 
Fatmayê da zanîn ku rewşa wan di xetereyê de ye û wiha lê zêde kir:"Ev qeyran ne tenê ji zuhabûna erdê ye. Sedema qeyranê Erdogan e. Nikarin dewletê bi rê ve bibin. Kar tune ye. Bi taybetî li herêma me bêkarî zêde ye. Derfet nayê dayîn ku li ser van erdan çandinî bê kirin. Derfet nayê dayîn em hilberînin. Berê em bi 100 lîrayî diçûn bazarê, me xurekên xwe bi awayekî herî baş distend. Lê belê niha em milyarekê bibin jî em tiştekî nikarin pê bistînin. Divê êdî dawî li vê buhabûnê bê. Em hew dikarin biqedînin. Em niştecihên gundan jî di rewşek xeter de ne. Şîr jî, ajalan jî her tiştî ji derve îxracat dikin. Karê wan dizî ye. Ya dibe jî li me dibe."
 
'Divê çareseriyek were pêşkêşkirin'
 
Ezîze Ceylan jî wekî kedkarên li gund pirsgirêkên dijîn ragihandin û got: "Min jî keriyek çêlek xwedî dikir. Heta niha me debara xwe bi wan dikir. Me çandinî dikir û dida wan an jî me afir distend. Lê belê niha afir biha bûye em nikarin bistînin. Em nikarin di vê demê de debara xwe bikin, em ê çawa zikê çêlekan têr bikin. Min 4 çêlek firotine û ji bo çêlekên din bi afir dane. Ji bo em wan têr bikin em dikevin xisarê. Pêwîst e demlidest çareseriyek pêk were. Herî dawî jî ji 7 çêlekan 2 çêlekên min man. Divê çareseriyek were pêşkêşkirin."