Li Idîrê jinekê li ser kar jiyana xwe ji dest da

  • 11:49 19 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
 
IDÎR - Aysel Akdenîz a ku li nexweşxaneya diranan kedkara paqijiyê bû, wesayita kargoyê lêda û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
 
Li Idîrê Aysel Akdenîz a ku li nexweşxaneya diranan kedkara paqijiyê bû wesayita kargoyê ya ku paşve diçû lê da. Aysel a di encamê de giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, lê gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
 
Aysel a li ser kar jiyana xwe ji dest 14 sal bû ku kedkara paqijiyê bû.