Li Idîrê jinekê li ser kar jiyana xwe ji dest da 2021-11-19 11:49:25     IDÎR - Aysel Akdenîz a ku li nexweşxaneya diranan kedkara paqijiyê bû, wesayita kargoyê lêda û di encamê de jiyana xwe ji dest da.   Li Idîrê Aysel Akdenîz a ku li nexweşxaneya diranan kedkara paqijiyê bû wesayita kargoyê ya ku paşve diçû lê da. Aysel a di encamê de giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, lê gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.   Aysel a li ser kar jiyana xwe ji dest 14 sal bû ku kedkara paqijiyê bû.