Minîbusa karker tê de qulipî: Kesek mir 15 kes jî birîndar bûn

  • 14:33 19 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
GURGUM - Li navçeya Bazarcixê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
 
Li taxa Sarierîkê ya navçeya Bazarcix a Gurgumê, mînîbusa ku karker tê de bûn, qulipî.Tîmên tenduristî û alîkariye xwe gihandin cihê bûyerê û birîndarên di hundirê mînîbusê de asê ma bûn derxistin. Tîmên tenduristiyê ragihandin ku S.A. (18) li cihê bûyerê  jiyana xwe ji dest da û 15 kesên birîndar bibûn jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.
 
Cenazeyê S.A. jî şandin morga Nexweşxaneya Tenduristî û Lêkolînê ya Perwerdehiya Zanîngeha Îmam Sutcu ya Maraşê.