Minîbusa karker tê de qulipî: Kesek mir 15 kes jî birîndar bûn 2021-09-19 14:33:58     GURGUM - Li navçeya Bazarcixê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.   Li taxa Sarierîkê ya navçeya Bazarcix a Gurgumê, mînîbusa ku karker tê de bûn, qulipî.Tîmên tenduristî û alîkariye xwe gihandin cihê bûyerê û birîndarên di hundirê mînîbusê de asê ma bûn derxistin. Tîmên tenduristiyê ragihandin ku S.A. (18) li cihê bûyerê  jiyana xwe ji dest da û 15 kesên birîndar bibûn jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.   Cenazeyê S.A. jî şandin morga Nexweşxaneya Tenduristî û Lêkolînê ya Perwerdehiya Zanîngeha Îmam Sutcu ya Maraşê.