Jinên Amedê: Xizanî êdî bûye derdê xelkê ya herî giran

  • 09:05 18 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên ku li taxa Fîskayayê dijîn bal kişandin ser xizaniyê û gotin: "Xizanî pirsgirêka me ya sereke ye. Bi qedexeyan re em nikarin debara xwe ya rojanê bikin. Tu birça bimrî jî ne xema kesî ye!"
 
Li dijî şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ji 29'ê nîsanê heta 17'ê gulanê biryara qedexeya derketina derve hat dayîn. Jixwe li Tirkiyeyê qeyrana aborî hebû lê bi pandemiyê re qeyran bêtir kûr bû. Bi taybetî welatiyên ku rojane debara xwe dikir bi qedexeyan re ketin nav rewşeke xeternak. Welatî hem li dijî vîrûsê û hem jî li dijî xizaniyê hewl didin ku bijîn. 
 
Malbatên ku ji salên 90’î ji ber şewitandin û valakirina gundan koçberê taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehira Amedê bûn. Her wiha piştî pevçûnên li Sûrê jî gelek malbat berê xwe dan Fîskayayê. Gelek malbatên ku li vir dijîn xizanin. Jinên ku li ber deriyê xwe rûniştibûn ji ajansa me re behsa rewşa xwe û serpêhatiyên xwe kirin. Ji bo jinan pirsgirêka niha ya sereke xizanî ye. 
 
‘Tu birça bimirî jî ne xema kesî ye' 
 
Ayşe Kaya, gazincên xwe ya derbarê qeyrana aboriyê de wiha anî ziman: "Hevjînê min rehmet kiriye û 2 zarokên min ên biçûk hene. Em hewl didin ku debara xwe bikin. Ji ber qeyran em nikarin gav bivêjin bazarê. Her mehê ez ji dewletê 600 TL digirim. Lê ka ew di vê qeyranê de têra çi bike. Em ji bo xanî kirê nadin lê em nikarin debara xwe jî bikin. En xizan her diçe xizan dibin û yên dewlemend jî her diçe dewlemend dibin. Tu ji birça bimirî jî ne xema kesekî ye. Cîranê me jî heman tiştî dijîn. Xizanî êdî bûye derdê xelkê ya herî giran. Jixwe kar jî tune ye. Em nizanin ka rewşa me wê çawa be.”
 
‘Wê xelk çi bike çawa bijî ne diyar e' 
 
Hediye Gul, diyar kir ku rewş ber bi xirabûnê ve diçe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema qedexeya derketina derve îlan kirin lê tu tedbîr negirtin. Gelo rewşa welatiyan çi ye? Rewşa esnafan çi ye?  Kesek jî rewşa wan napirse. Wê xelk çi bike, çawa bijî û çawa debara xwe bike? Hevjînê min nexweş e û her wiha zarokek min astengdar jî heye. Divê ez derban ji zarokê xwe re bistînim lê derfetê min nîne. Ez derman deyn digirim. Dê heta kengê wisa be nizanim!" 
 
'Qey ji wê rewşe xirabtir tiştek din heye?'
 
Fatma Karli piştî pêvajoya pevçûna li Sûrê, li Fîskayayê bi cih bû û Fatma wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Piştî pevçûnan em hatin li Fîskayayê bi cih bûn. Xaniyên me kirê ye û lê em nikarin kirê xwe bidin. Her wiha xwediyê xaniyê jî ji bo dayîna kirê zextê li me dike. Rewşa gelek malbatan wek min e, lê êdi kes kesî nafikire û her kes xwe difikire. Ez li Sûrê mexdûr bûm û lê li Fîskayayê jî du qet mexdûr bûm. Em nikarin biçin tu derê. 4 zarokên min hene û tenê hevjînê min dixebite. Ji ber qedexeya heyî nedikarî bixebite. Em nikarin debara xwe ya rojane bikin. Ez nikarim xwarinê çêkim. Ez nikarim penir, zeytun û hêk bistînim. Qey ji wê rewşê xirabtir tiştek din heye gelo?”
 
Hatûn Gulen jî da zanîn ku kesên xizan ji rewşa xizanan fêm dikin û wiha bi lêv kir: "Biryardayîna qedexeye tiştek rehet e lê ji bo rewşa gel tiştek nehat kirin. Ez çi jî bejim kêm dimîne. Rewşa me bi axaftinê nayê çareser kirin. Kî dizane ku gel di hundirê mala xwe de çi dijîn? Ji xeynî xizanan kesek nizane jiyan çend zor e."