‘Ji bo esnafan piştgirî tune ye’

  • 09:05 6 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL - Guler Yildiz 12 sal in kafeya xwe ya Kolana Îstîklalê bi zarokên xwe re dide xebitandin û diyar ki ku di pêvajoya girtinê de hikûmetê tu piştgirî nedaye esnafan. Gulerê bi lêv kir ji bo ji zarokên xwe re bibe hêvî hewl dide ku dikanê negire û wiha got: “Dewleta civakî, tê wateya ku ligel mexdûran be. Dibêjin bigirin, lê alîkariyê nadin esnafan. Em her roj bi biryarekê re tên rû hev.”
 
Di pêvajoya pandemiyê de ji ber biryarên tên girtin, dikan tên vekirin û girtin. Ji ber vê jî esnaf rojên zor û zehmet dijîn. Biryarên ku desthilatdarî di şevekê de digire krîza aborî kûrtir dike û di pêvajoya pandemiyê de biryarên tên girtin, bêyî ku rewşa welatiyan li ber çavan bê girtin, tê dayin. Yek ji van aliyên ku herî zêde bi bandor bûne esnafên biçûk in. Ji ber girtinên di carekê de gelek esnaf nikarin kirêya xwe bidin û gelek jî neçar man kargeriyên xwe bigirin. Li gorî daneyên Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) di sala 2020’an de ku pandemî dest pê kiriye, bi zêdebûneke ji sedî 20,47 101 hezar û 318 şîrket, bi ji sedî 26,89 zêdebûnê re 31 hezar û 36 karkgeriyên bazirganî û  ji sedî 27,13 zêdebûn re 1.476 koperatîf hatin avakirin. Di meha kanûnê de hejmara şîrketên hatin girtin ji sedî 43,57. Li gorî daneyên mijara gotinê ev hejmar wê di 2021’ê de zêdetir be.
 
Pêvajoya girtina tam, bêyî ku piştgiriyek ji bo esnafan bê dayîn hat destpêkirin û  kargeriyên xwarinê tenê serwîsên pakêtê dikin. Li Kolana Îstîtklalê ji ber girtinê hemû dikan û kargerî hatine girtin. Bi qasî ku em ji esnafan fêr bûne hinek xwediyên dikanan ji ber  qezenca wan nebûye neçar mane bigirin. Yek ji van esnafan ku hewl dide dikana xwe negire Guler Yildiz e.  Guler û zarokên xwe 12 sal in kafeya xwe didin xebitandin û niha ji bo dikanê negirin li berxwe didin.
 
‘Kirê li aliyekî em nikarin roja xwe xilas bikin’
 
Gulerê ya di têketina kafeya xwe ya 3 qatî de patîle çêdike wiha got: “Em ji berê de esnaf in. Ji ber ku rewşa aborî ev fêrî me kir. Ev 12 sal in em kafeyê didin xebitandin. Ewil avahiyek li ber dikanê çêkirin, me ji wir darbe girt. Niha jî em ji ber pandemiyê nikarin tiştekî bikin. Me dest ji kirê, sîgorteyê berdaye, em hewl didin roja xwe xilas bikin. Ka em binêrin ev heta ku derê wê biçe. Hûn rewşa me dibînin. Kafeya sê qatî vala ye. Ji ber pandemiyê kes nayê. Em gelek bi bandor bûne. Tu alîkariyek aborî tune ye.”
 
‘Em pêkanînên dewletê fêm nakin’
 
Gulerê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mûçeyê min ê teqawîtbûnê têrî rojekê dike. Wisa biçe rewş wê qet ne baş be. Ji bo hêviya me neşkê em dibêjin wê baş be lê rewş qet ne baş e. Li Tirkiyeyê vekirina dikanekê derd e girtin derdekî cuda ye. Me dikin hundiran, lê kolan tije turîst in. Ez mantika dewletê fêm nakim.”
 
‘Her derê digirin lê piştgirî tune ye’
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de bertekên xwe wiha berdewam kir: “Bi Tirkiyeyê re feraseta dewleta civakî tune ye. Hikûmet welatiyên xwe nafikire.  Dewleta civakî tê wateya ku ligel welatiyên xwe be. Dibêjin her derê bigirin lê pakêtek alîkariyê nadin esnafan. Divê ji bo av, ceyran û kirê piştgiriyê bidin. Bi salane em bacê didin.  Bi awayekî xweş dikaribûn 20 rojan girtin pêk bihata. Dikaribû ji bo me piştgirî bihata dayîn. Di serî de her tişt şaş çû, şaş jî berdewam kir. Em her roj bi biryarek cuda re tên rû hev.”