Hem li zeviyên firingiyan û hem jî li malê dixebitin

  • 09:07 9 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên ku di zeviyên firingiyan de dixebitin beramberê keda xwe nagirin û gotin: "Mêr û jin heman karî dikin lê heman heqdestî nagirin. Lê bi taybetî mêr biqasî jinan naxebitin. Her wiha heqdestê ku em digirin jî tera debara me nake."
 
Herêma Behra Spî û Egeyê di alî gîhandina firingiyan de xwedî cihekî girîgin. Li gorî daneyên Rêxistina Çandî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Tirkiye di alî gîhandina firingiyan de li cîhanê di rêza 4’emîn de ye. Li Tirkiyeyê firîngî di hilberîna sebze de ji sedî 40 ava dike. Navçeya Torbali ya Îzmîrê jî di hilberîna firingiyan de cihekî girîng e û ev bi keda destê jinê tê ser sifreyan. Ji çandinê bigirin heta berhemkirinê keda jinê heye û mixabin binpêkirina keda jinê mijara gotinêye. Jin li ser erdan dixebitin lê yên qezenc dikin, fabrîka, navbeynkar û patronin. 
 
‘Qezenca me diçe ji malê re’
 
Pervîn Sagdiç ya 30 sal in li zeviyê dixebite wiha behsa rewşa xwe kir: “Beriya pandemiyê rewş baştir bû. Lê bi pandemiyê re xera bû. Şitlên firingiyan ji Bursayê tên. Lêçûna wê nêzî 5 lîra ye. Em sibehê saet di 08.00’an de diçin ser kar. Em di 16.00’an de dest ji kar ber didin. Rojaneya me 80 lîra ye. Di esasê de 89 lîraye lê kesên ku berpirsiyarin 9 lîra digirin. Asta herî zehmet çandina şitlane. Em zarokên xwe bixwe re tînin. Pereyê em digirin jî diçe ji lêçûnên malê re. Em nikarin xwe re pere veqetînin.”
 
‘Em hem li zeviyê û hem jî li malê dixebitin’
 
Mukaddes Çoban jî got karê wan bi zeviyan re sînor nîne û wiha pê de çû: “Em di şertên giran de dixebitin. Li malê jî kar bendê me ye. Xizmên min ev zevî kirê kirine. Ew jî qezenc nakin. Ger baş biçe hatin jî başe. Lê baş nebe kar hemû vala dibe. Li ser zeviyan berhem digirin qezenc dikin. Fabrîka qezenc dikin. Kurê min çar saliye. Ez bixwe re tînim. Sîgorteya me tune. Pereyê em digirin têr nake. Her tişt biha bûye.”
 
‘Di karbeşiyê de zayenperestî heye’
 
Şukran Kavdan jî bi lêv kir ku di çandiniyê de piranî jin cih digirin, di karê avdanê de mêr dixebitin û ev tişt bi lêv kir: “ Em heman karî dikin lê heman heqdestî nagirin. Pereyê avdanê ji 100 TL dest pê dike. Ji ber mêr in heqdestê wan diguhere. Lê mêr biqasî jinan naxebitin."
 
Karkera bi navê Ayşe jî destnîşan kir ku bi salane vî karî dikin lê ew nawazin zarokên wan vî karî bikin û wiha dawî lê anî: “Ez naxwazim zarokên min yên keç di vî karî de bixebitin. Karekî zehmete û pere kêm e. Sîgorte tune, teqawîtbûn tune. Em neçarin bixebitin.”