Li bazara Taxê ya Jiyan mêr jî tên bicihkirin

  • 09:04 7 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
AMED - Endamên şaredarî û meclîsa şaredariyê di civîna bi serokên komeleya sê bazarên taxê re pêk anî de biryar girtin ku li Bazara Taxê a Jiyan mêran jî bi cih bikin. Jinên li bazarê dixebitin jî diyar kirin ku ew naxwazin mêr li bazarê bên bicihkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di 2013’an de ji bo jinên şîdet li wan hatiye kirin û nikarin debara xwe bikin projeya Bazara Taxê ya Jiyan xist meriyetê. Bi saya projeyê ji bo 258 jinî qada îstîhdamê hat avakirin. Bazara ku 8 sal e ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, dem bi dem hat xwestin ku mêr jî lê bên bicihkirin û di encama têkoşîna jinan de mêr nikaribûn bikevin bazarê.
 
Di hilbijartinên herêmî yên dawî de HDP’ê şaredarî bi dest hist û piştre şaredar ji peywirê hatin girtin û huseyîn Beyoglu wek qeyûm tayînî şaredariyê kir. Di civîna ku di bin serokatiya Huseyîn Beyoglu de pêk hat de, biryar hat girtin ku 400 mêr jî li Bazara Taxê ya Jiyan bên bicihkirin. Seroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bazarvanên Jin yên Baglarê Hazar Tunç, serokên Komeleya Bazara Taxê ya Duyem û Yekem û endamên meclîsa şaredariyê tevlî civînê bûn. Biryara hat girtin di civîna meclîsa şaredariyê de hat erêkirin. Li gorî vê tezgaha mêran bû 4 û a jinan daket 3 metreyî. Ji bo diyarkirina cih jî pişka noterê tê payîn. Jinên kedkar jî naxwazin mêr li bazarê bên bicihkirin.
 
‘Ez bi jinan re kêfxweş im’
 
Rukiye Bakiş ya 3 sale li bazarê dixebite got,  ez bi xebata bi jinan re kêfxweşim û wiha berdewam kir, "Bazara Jiyan ji bo jinan hat avakirin. Hemû jin in. Em rehetin. Em alîkarî didin hev. Lê ji roja bazar hatiye avakirin dixwazin mêran jî bînin vir. Heta niha rêveberên me li dijî vê têkoşiyan lê dema dawî bêdeng man. Em hinceta wan nizanin. Em li dijî vê ne. Em naxwazin bi mêran re bixebitin. Ev bazara jina ye. hewce bike em diçin malên xwe lê em naxwazin bi mêran re bixebitin. Em ji gotinên zayendperest yên mêran nerehetin. Wê li ser bedena jinan dijûn bên kirin. Ez nikarim vê qebûl bikim. Li vê bazarê bû çend car şer dibe. Dîsa di navbera mêran de dibe. Di navbera jinan de pirsgirêk çênabe. Mêr ji şer hez dikin. Em nikarin ligel wan bixebitin. Bila ev der wek bazara jinan bimîne. Ev wisa xweşe. Dibêjin vir taxa herî mezin e. Dibêjin 150 esnaf hindikin. Wê demê bila jinan zêde bikin. Bila jin bên bixebitin. Gelek jinên mexdur hene. Ma divê ku mêr bên. Dibêjin hunê xwedî mafên wekhev bin. Beriya ku ew nehatine bila mafên me bidin me. Ma em neçarin bi mêran re bixebitin. Em ê têkoşîna xwe bidin. Em ê biçin cem walî. Hewce bike em ê heta meclîsê biçin."
 
‘Ev pere ku de çû’
 
Serokê komeleyê jî got hezar û 500 TL bidin û di encama vê de li huzura noterê wê cihên bazarê ji we re bimînin. Gotin ji bo hezar û 500 TL ji cihên xwe yên 200 hezarî nebin. Ez nikarim ji zarokên xwe re pêlav bigirim. Min çû deyn kir û da. Min pere bi destê xwe da serokê komeleyê. Makbuz dan me. Di makbuzê de dibêje ji bo komeleyê bexş hatiye kirin. Me bexş nekiriye. Em nikarin bexşê filan bikin. Ev pere bi ku de çû. Em dixwazin çavkaniya vê fêr bibin. Me gilî kir. Me xwest lêpirsîn bê vekirin. Wê giliyê me biçe dozgeriyê."
 
‘Serokê komeleyê çima dest ji têkoşînê berda’
 
Şukriye Mizrakli ku du sale li bazarê dixebite jî anî ziman ku ev pirsgirêk berê jî hatin jiyîn û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, " Seroka komeleyê Hazal ji bo mêr neyên bazarê têkoşîn da. Di vê dema dawî de Hazalê her tişt qebûl kir. Em nizanin çi bû. Gotin ‘wê mêr bên vir. Hezar û 500 bidin em van cihan bidin we.’ Heta niha cih ne aydê me bûn. Gotin hun cihê xwe çawa dixwazin wisa bikin. Gotin hun bixwazin dikarin bifroşin an jî bidin kirê. Em 6 mehan carê peymanê dikin. êdî ne peyman wê cih yê me bûya. Em komek jin di 19’ê Adarê de çûn midûriyeta zabiteyê. Em çend kes girtin odeya midûr. Midûr got ‘Hun ji çapemeniyê re axivîne. Yekê jî li CÎMER’ê gilî kiriye. Heta ev kes neyê dîtin em hezar û 500 TL ji  we nagirin. Wê meclîsa şaredariyê kom bibe. Wê biryarê bide. Piştî biryarê wê zelal bibe.’ Du roj şûnde Hazal hat got hun dikarin pere bidin. Min bi destê xwe pere da Hazalê. Roja din hat mekbuza bexşê da. Di mekbuzê de bedêla cihekî nayê diyarkirin.
 
‘Ez naxwazim mêr bên’
 
Xebatkara bazarê Sevîm Ateş jî got  ew naxwazemêr bên taxê û ev tişt got, "  Em li vir gelek kêfxweş bûn. Qezenca me ji xwe kêm e, ew bên em ê ji nanê xwe bin. Ev du sale dixebitim li vir. Ez gelek kêfxweşim. Ev kar ji destê min biçe karek din tune. Ez berê di tekstîlê de dixebitîm. Lê êdî karê tekstîlê tune."
 
‘Gotin û tiştên tên kirin ne wek hevin’
 
Hatîce Koçyîgît jî diyar kir ku cihên tezgahan biçûk bûne wiha axivî, " Em nizanin çi bikin. Em qebûl nakin. Mêr bên jî bila cihên me biçûk nebin. Lê em naxwazin mêr bên. Min hezar û 500 TL da. Hatina mêran cihê me biçûk kir. Em wisa qebûl nakin."
 
Hediye Çerçî jî ev tişt got, "Em ji serî de naxwazin mêr bên. Em gelek rehetin. Komele û şaredariyê lihev kiriye.Tiştên ji me re tên gotin û yên tên kirin ji hev cuda ne. Mînak gotin wê cihê tezgahê biçûk nebe. Lê biçûk kirin. Em ji vê rewşê ne razîne."
 
‘Tehemul nakin’
 
Rabîa Ataş jî berteka xwe anî ziman û got, "Em hatina mêran qebûl nakin. 8 sale ev aydê jina ye. Lê çav berdane vir. Jin çima tên qetilkirin. Çima azaidya wan tune. Zarokên wan birçî dimînin. Xizanî bi xwe re kuştinên jinan tîne. Karê me ne hêsane. Lê me ev barê bazarê daye ser milê xwe. Em dikarin biçin. Hevjînê min ji kar hat derxistin. Ez tenê dixebitin. lê dixazin nanê me ji me bigirin. Tehemula wan ji jinan re nemaye. Em ê heta dawî têbikoşin." 
 
‘Divê em piştgiriyê bidin şaredariyê’
 
Hazal Tunç jî der barê îdiayan de axivî û got, " 9 sale berxwe didin. Me rêveberên sê komeleyan civîn pêk anî. Şaredariyê got ‘biçin sê komele li hev bikin û bên.’ Me jî encumenên AKP û HDP’ê jî têde civînek pêk anî. Baglar dikeve veguhestina bajarvaniyê. Ji ber vê wê hezar û 200 esnaf vala bimînin. Ji ber vê wê bazara mêran bi her awayî bê vir. Ji ber vê me li hev kir. Êdî li Baglarê ne 3 bazar wê 2 bazar bên avakirin. Me bazarek kir du bazaran. Me bi endamên xwe re biryar girt. Me ji her endamê hezar û 500 TL girt. Ji bo lêçûna xêzkirin û noterê me 204 hezar ( serî kesî hezar û 500 TL) hîbeyê şaredariyê kir. Belê şaredarî cih nîşan dide, nêz dike.  Divê em jî piştgiryê bidin. Me serê kesî 500 TL’yê maye jî kir hesabê komeleyê. Ez wek komele mafdar im pere kom bikim. Ez rêxistina civaka sivîlim. Nobedarên min hene. Ez mehane didim nobedaran. Ez vî pereyî ji ku derdixim. Ez ji endamên xwe kom dikim û didim. Niha di hesabê komeleyê de 102 hezar heye. Di şîn, dawet an jî rewşên nexweşiyê de em alîkariyê didin hev. Cihên ji bo me hatine dayîn ne fermî ne. Di nexşerêya bajarê mezin de bazara me nayê dîtin. Tenê wek bazara girtî tê dîtin. Em ne fermî ne. Ji bo fermiyetê divê em têkevin pîşka noterê. Divê em mafên ji bo mêran hatiye dayîn bixwazin. Welatî daxwaznamê didin şaredariyê dibêjin em jinan naxwazin. Dibêjin berhemên jinan kêmin, divê zêde dibin. Em çi bikin?Ji bo nanê esnafên me yên jin ji dest neçe em neçar man bi wan re li hev bikin. Em jî bûn xwedî mal. Me civîn bi endamên xwe re kir. Jİ sedî 80 endamên me qebûl kirin. ji sedî 20 jî qebûl nekirin. Pişka noterê wê di çend rojan de bibe. Wê jimar bên diyarkirin.”