‘Ji bo sererastkirina aboriyê divê desthilatdarî biguhere’

  • 09:04 5 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên bertek nîşanê krîza aborî ya ku her diçe giran dibe dan, diyar kirin ku bi pandemiyê re yên herî zêde ji kar hatine avêtin jin in û gotin divê êdî ev rewş bê guhertin.
 
Di sala 2020’î de 9 mîlyon û 638 betal li Tirkiyeyê hebun û ji sedî 34,8’ê vê jî jin bûn. Bi Covîd-19 re di hêza kar a jinan de ji sedî 8, di îstîhdama jinan de ji sedî 6.3 kêmbûn pêk hat. Her çiqas hîna daneyên 2021’ê neyên parvekirin jî di daneyên betaliyê yên mehan de her tişt tê dîtin.
 
Jinan der barê krîza aboarî û her wiha îstîhdama jinê ya ku ketiye de nirxandin kirin û gotin divê êdî ev rewş biguhere.
 
‘Polîtîka hikûmetê jin hepsî malê kirin’
 
Sevîlay Polat diyar kir ku hevjînê wê tenê dixebite wekî din tu hatiniyeke wan tune ye.  Svîlay wiha berdewam kir, "Em zor û zehmetiyan dikşînin. Rewş her diçe xera dibe. Dibêjin bila jin li malê runin mêr bixebitin. Polîtîka hikûmetê ev e ku jin hepsî malê bên kirin. Pandemî baş nayê birêvebirin. Gelek kes betal man. Em pirsgirêka debarê dijîn. Divê tedbîr bên girtin. Piştî nexweş kêm bibin divê her derê vekin. Gelek kes di pandemiyê de ji kar hatin avêtin. Prîmên sîgorta yên hevjînê min berê dihatin razandin lê niha nayên razan.”
 
‘Piştgiriya dewletê têr nake’
 
Gulay Esen got, krîza aborî herî zêde bandorê li esnafan kir û di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got, " Piştgiriya dewletê ya ji bo esnafan pir kêm bû. Hêvîdarim piştgirî hinek bê zêdekirin. Nikarin pandemiyê bi rêve bibin. Ger baş bihata birêvebiirin wê nexweş jî kêm bibûna. Rewşa esnaf, karmendan û karkeran xerabe."
 
‘Em nema karin tiştekî bifiroşin’
 
Esnaf Pinar Demîr jî anî ziman ku Aborî qet nebaşe û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Em wek esnaf zehmetiyê dikşînin. Hêza girtinê ya mirovan ket. Kes tiştekî nagire. Dewlet alîkariyê dide lê kirê zêde ne. Pereyê dewlet dide kêm e. Têr nake. Hêvîdarim rojên baş li benda me bin. Divê her kes wekhev û azad be. Jin û mêr wekhev in. Divê beriya her tiştî  jin ji kar neyên avêtin. Deynê min heye lê ez nikarim alîkariyekê ji dewletê bigirim."
 
‘Em her roj bi zemên nû şiyar dibin’
 
Oze Işin jî ev gazin kirin, "Aborî roj bi roj xera dibe. Rewşa dolar û welatiyan li holê ye. Em her roj bi zemên nû şiyar dibin. Xizan hîn bêtir xizan dibin, dewlemend jî dewlemend dibin. Pandemî baş nehat bi rêvebirin. Esnafên biçûk zirarên mezin dîtin. Ji bo pêşerojê divê desthilatdarî bêguhertin. Divê ji bo jinan piştgirî bê dayîn. Herî zêde jin mexdur bûn."
 
‘Krîz alîgiran dewlemend dike’
 
Ecem Pay jî diyar kir ku krîza aboarî tenê alîgir dewlemend kirine ev tişt got, "Rewşa li welat gelek xerabe. Ger derfetên min hebin ez ê biçim derveyê welat. Ez di sektora turîzmê de dixebitim. Di karên cuda de xebitîm. Lê nêzîkatiya li hember jinan cuda ye. Hema jinan ji kar derdixin. Li gorî xwe qedexeyan datînin. Nikarin pandemiyê bi rêve bibin. Divê ev desthilatdarî biçe."
 
Pinar Ay ya ku got berdevkêb hilberînê jin in jî wiha axaftina xwe berewam kir, " Divê jin vî welatî bi rêve bibin. Lê tenê jin di tekstîlan de tên xebitandin. Di rêveberiyan de jin hebûna wê pêşeroja me hîn baştir bûya. Em ji rewşa aboriyê bi gazinc in. Jinan ji kar derdixin. Ev tiştekî şaşe. Li welatên din rewş ne wisa ye. Di pandemiyê de xizan hîn bêtir xizn, dewlemend jî hîn bêtir dewlemend bûn. Mafê mirovan nadinin wan."