‘Sedemên îflasê polîtîkayên şaş ên dewletê ne’

  • 09:04 3 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Civak bi taybet jî jin di vê pêvajoyê de li hemberî qeyrana aborî têkoşîna jiyanê didin. Sevîl Yilmaz yek ji wan jinan e ku ji bo debara xwe bike serî li gelek riyan daye û herî dawî jî bi esnaftiyê berxwedana xwe dide meşandin. Sevîlê dibêje: “Ez li malê, li hevjînê xwe yê nexweş û di heman demê de li firoştgeha xwe dinêrim. Zor e lê jin dikarin tevî zehmetiyan bi ser bikevin.”
 
Tirkiye di aliyê aborî û siyasî de rojên xwe yên giran derbas dike. Qeyrana aborî, şewba Koronoyê her ku diçe jiyana civakê tengezar dike. Bi taybet jî ev rewş derba mezin li jinan dixe. Ev jî dibe sedema bêzariyên di nav malbatê de. Sevîl Yilmaz a ku 53 salî ye ji bo debara xwe bike demek dirêj e têkoşînê dike û herî dawî bi alîkariya xizmê xwe firoştgehek a cilan vedike. Sevîla bi vî rengî debara xwe dike ji me re qala jiyana xwe û hewildanên xwe ya ji bo kar dike.
 
Jiyana wan di bin siya qeyranê de ma
 
Sevîl Yilmaz a bi eslê xwe ji Muşê ye, di salên 1988’an de li navçeya Qosera girêdayî Mêrdînê ye dizewice. Ew dibe dayika 3 zarokan. Ji bo zarokên xwe mezin bikin û bidin xwendin, ew û hevjînê xwe têkoşînek mezin didin. Bi keda destên xwe ew destkeftiyên mezin bi dest dixin. Firoştgeh û maşîneyên wan ên ticarî çêdibin. Keda wan a bi hev re zarokên wan jî ji dibistanê bi serkeftî texeruç dikin. Zarokên wê hîna bê kar in. Piştî demekê hevjînê Sevîlê nexweşiyek giran derbas dike. Hevjînê wê êdî nikare tev bigere ango bixebite. Sevîlê bi zarokên xwe re xebata xwe dide dewamkirin. Lê bi qeyrana aborî re ev pirsgirêkên wan ên malbatê qat bi qat mezintir dibin.
 
Qeyran dibe sedema pirsgirêkên derûnî
 
Weke bi milyonan malbatên din, piştî qeyranê jiyana wan tê guhertin. Destkeftiyên ku bi keda destê xwe bi dest xistine ji nişka ve tune bû. Neçar dimînin ku maşîne û firoştgehên xwe bifiroşin. Di destê wan de tiştek namîne. Li gel van tengezariyan Sevîlê pirsgirêkên derûnî jiya. Dest bi tedawiyê dike. Piştî ku ev tedawî encam nagirin jî ew dest bi perwerdeyan dike. Perwerdeyên weke nexş, dirûn, xwarin û komputurê dibe. Sevîlê fêrî têkoşînê buye û dev jê bernade. Li gel qursan serî li Îşkurê dide. Lê rexmê ku bi awayekî serkeftî sertîfakayên xwe yên qursan digire jî nikare di wan cihan de kar bigire û ji Îşkurê jî encam nagire. Sevîlê dema qala van rojan dike dibêje li Tirkiyeyê ger pişta te tune be tu nikarî bibî xwedî kar.
 
‘Sedemên îflasê polîtîkayên şaş ên dewletê ne’
 
Sevîlê wiha rewşa xwe şîrove dike: “Em jin jîr in û bi qasî ku tê dîtin zêdetir bi hêz in. Rewşa ku em jiyaye ne ji rêzê ye. Lê li tirkiyeyê ji ber ku rêjeya xizanan zede ye, xizanbûyîna me weke bûyerek ji rêzê tê dîtin. Ev bi xwe jî rewşek trajîk e. Min kedek mezin da û ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê ez ji jiyana xwe bûm. Bi hezaran welatî weke min pirsgirêkên derûniyê jiyan. Min dev ji xwe û têkoşîna xwe ya jiyanê berneda. Ji ber ku ez jin im û neçar im. Min dest bi perwerdeyan kir û min di beşên weke kompîtur, nexş, dirûn û xwarinê de dîplome girt. Min xwest ez jî perwerdeyê bidim. Her carî temenê min kirin hêncet û erê nekirin. Min xwest ez bixebitim gotin pêwîst e di cihekî de tu xebitî bî. Min serî li Îşkurê da wan jî bersivek nedan min. Hemû hewildanên min bi hêncetekê vale derxistin. Ger li Tirkiyeyê tu piştgirên te ango xizmên te di nava karên dewletê de tine be tu nikarî di karekî de cih bigirî. Mafê me tê xwarin. Ez jî weke her kesî, belkî ji  zêdetir bacê didim. Lê ew diravê em didin diçe ku em nizanin. Li me venagere. Zarokên min zanîngeh qedandine û îro bêkar in. Sedemê vê çi ye gelo?”
 
‘Em serê mehê bi 500 tl yî tînin’
 
Sevîlê debara xwe çawa dike û serê mehê çawa tîne ji me re wiha dibêje: “Min herî dawî firoştgeha cilan vekir. Ji derveyî min hemû bê kar in, carna lawê min karê rojane dibîne  û  diçe. Feydeyê ku ez ji dikanê dikim jî mehê 500 lîrayê tirkî ye. Werin em bi hev re bijimêrin, ka debara me çawa dibe. Rexmê ku ez ji şefeqê de li firoştgehê me her meh herî kêm 350 lîra pereyê ceyranê tê. Li gel wê av, diravê telefonê, xwarin û pêwîstiyên din ên malê hene. Ez îro baca ava qirêj, baca rê û her tiştî didim. Bi vî diravî gelo pêkan e malbatek were rêvebirin. Lê em ne di bin sînorên xizaniyê de, em di bin zemînê wê de dijîn.”
 
‘Azadî nayê sitendin tê qezençkirin’
 
Sevîlê herî dawî ji bo hemû jinan peyamek wisa parve dike: “Em jin bi hêz in, em dikarin. Divê em qaliban bişkînin. Encex em serkeftinan bi destên xwe bînin. Azadî nayê sitendin tê qezençkirin. Bi serîhildanê re tê qezençkirin.”