Dirûnkar Bîrgûl: Em ê li qadan xwedî li keda xwe derkevin

  • 09:02 7 Adar 2021
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Bîrgûl bi sala ne dirûnkariyê dike, da zanîn ku çend eleqeya dirûna cil û bergan ji ber qeyrana aboriyê û pandemiyê kêmbûye jî jin bi coş û heyecanek mezin amadekeriyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Bîrgul, da zanîn ku dê li qadan xwedî li keda xwe derkevin.
 
Di 8 ê Adara 1857'an de li bajarê New-Yorkê, jinên ku di febrîqên tekstîlê de dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe yê wekhevî çalakî pêk anîbûn û di encamê de rastî êrîşê hatin û 129 jin ji ber daxwaza mafê xwe di fabrîqê de hatin şewitandin. Di sala 1910'an de li Danîmarkê konferansa Sosyalîst Enternasyonel ya Jinan pêk hat û bi destpêkirina têkoşîna jinên Emerîkî 8’ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate îlan kirin. Di sala 1977'an de jî Neteweyên Yekbûyî 8’ê Adarê ji bo hemû jinan, ew roj wek Roja Jinên Cîhanê bi fermî pejirandin. 
 
Li herêmê û Tirkiyeyê tevgerên jinan zend û bendên xwe girêdan û amadekariyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Îsal Tevgera Jinên Azad bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" dadikevin qadan. Li gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê di 1'ê adarê de starta çalakiyan hat dayîn. Gelek bername hatin lidarxistin. Li tax, gund, navçe û bajaran civîn û şahî hatin lidarxistin, belavok, qurnefîl hatin belavkirin û qert ji girtiyên jin re hatin şandin. Jin ji bo sibehê amade ne. 
 
Bi taybetî jin bi cil û bergen kurdewarî qadan dixemilînin. Reng û coşa xwe belav dikin û Newrozê silav dikin. Di wan deman de piranî karê dirûnkaran zêde dibe. Gelek jin ji bo 8'ê Adarê berê xwe didin dirûnkaran. Lê pandemî û qeyrana aboriyê çawa bandorê li hemû qadan kir li qada dirûnkariyê jî kir. Ligel muşterî kêmbin jî bi heyecaneke mezin cil û berg tên dirûtin. Yek jî wan dirûnkara jin Bîrgûl Îslamoglu ya 42 salî ye. 
 
‘Hemû kar li ser milê min e' 
 
Bîrgûl a ku beriya karê dirûnkariyê tentene çêdikir û difrot pê debara xwe dikir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min tentene çêdikir û difrot pê debara xwe dikir. Lê piştre min dest bi karê dirûnkariyê kir. Ji 2009’an vir de ez vî karê dikim. Karê dirûnkariyê her çixwasî zehmet be jî lê ez jê hez dikim. Ji ber ku kincên heremî parçeyek çande me ye. Em jî bi vî karê xwedî çanda xwe derdikevin. Her wiha bi vî karê jî debara xwe dikim. Di malê de tenê ez dixebitim. Ji ber kar tuneye hevjînê min naxebite. Hemû kar û bar li ser milê min e."
 
‘Pandemî ji karê me re bû asteng’
 
Bîrgûl, bal kişand ser vîrûsa koronayê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Beriya pandemiyê karê me gelek baş bû. Qezenca me baş bû. Lê niha ji ber pandemiyê dawet û mîtîng nayên kirin. Ji ber vî yekê jin kincên heremî ji xwe re nadûrin û yên kewn li xwedikin. Eleqeya ji bo kincên heremî di vî pêvajoyê de gelek kêm bûye. Jin her sal di 8’ê Adarê û Newrozê de dihatin kincên heremî didirûtin. Îsal ji bo 8’ê Adarê jin nehatin û kinc nedirûtin. Me berê reng bi reng kincên heremî didirût û me berê xwe dida qada mîtîngê. Hêviya me ew e ku em dîsa wek berê 8’ê Adarê pîroz bikin.”
 
‘Em her tim li qadan bin' 
 
Bîrgûl, her wiha qala girîngiya 8'ê Adarê jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek jin her dem li dijî pergala baviksalarî têdikoşin. Em ê xwedî li keda xwe derkevin û têbikoşin. Em ê îsal di 8’ê Adarê de ligel her tiştî em ê dengê xwe bilind bikin. Ez bang li hemû jina dikim ku bila 8'ê Adarê li qadan bin. Em dixwazin di her qadên jiyanê de piştgirî ji bo jinan bê dayîn. Bila dawî li tundî û komkujiyan bê. Bila kiryar bên cezakirin. Bila jin li hemberî zilmê serê xwe bilind bike. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin.”