Xeyata ciwan Derya Dal: Ji bo mafê xwe têbikoşîn

  • 09:05 10 Sibat 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Derya Dal, ligel her cureyên şîdet û hişmendiya civakê tu carî dev ji bi destxistina aboriya serbixe berneda. Derya diyar kir ku ligel her zext û zordariyan ez di xebatê de bi bîryarbûm û got: "Ez bi taybetî bang li jinên ciwan dikim û dibêjim netirsin mafên xwe biparêzin û ji bo mafê xwe têbikoşin."
 
Li dijî hişmendiya mêr ya serdest çîrokên serhildana jinan tucarî kêm nebûne. Her ku rabûna jinê bû tirs û xof. Jin bi keda xwe deskeftiyên mezin bi dest xistin. Derya Dal (23) jî yek jî wan e. Têkoşîna wê ya jiyanê hêj di biçûktiyê de dest pê dike. 
 
Derya di zarokatî de dest bi kar dike
 
Dayik û bavê Deryayê bi eslê xwe Amedîne û piştî ku dizewicin tên Qosera Mêrdînê bi cih dibin. Derya û 5 xwişkên wê li Qoserê ji dayik dibin. Derya di 9 saliya xwe de bi nexweşiya FMF (Nexweşiya irsî ya sincirandine) dikeve û ev tişt bandorê li tevahiya jiyana wê dike. Her wiha bandora emeliyatê jî li ser dimîne. Êdî her roj berê xwe dida nexweşxaneyê. Ji ber vê dev jî dibistanê berda. Pişt bi salan deriyên ku li Deryayê hatibûn girtin êdî yek bi yek vedibûn û Derya tevlî jiyana rojanê dibû. Ji ber ku dev jî dibistanê berda xwe hînê dirûtinê tişatn kir. 
 
‘Ligel her cûreyên astengiyan ez di xebatê de bi bîryarbûm' 
 
Beriya ku Derya dest bi kar bike malbata wê pirsgirêkên bûjeniyê dijiyan. Bavê wê ji ber deynan neçar dimîne ku berê xwe bide Herêma Federal a Kurdistanê û li vir dest bi kar dike. 9 salan li wir dimîne. Derya jî beriya 9 salan li gel jinekî Rojavayî dest bi kar dike. Ji ber ku ji şêwekariyê û xeyatiyê pir hez dikir hewl dida ku her tiştî hîn bibe. Lê belê wekî her tim nehiştin ku Derya rihetî karê xwe bike. Li gotegot li pêy xistin û heqaret lê kirin. Derya wiha qala vê yeke dike: “Digotin tu jinî tu çawa dixebitî, ma jin dixebitin, cilên te ne guncawin laşê te xuya ye. Ango gelek peyvên weke vê ji min malbata min re dikirin. Ligel wan gotinan ez bi êrişa fîzîkî re jî rûbirû dimam. Lê li hemberî xebatan min tu carî ew tişt nebûn asteng û ez di xebatê de bi bîryarbûm." 
 
Derya bê mafiyê erê nake û ji bo mafê xwe têdikoşe
 
Derya, ligel tundî û astengiyan di karê xwe de dibe pispor. Li dijî wan tundiyan hewil dide xwedî li mafê xwe û nasnameya xwe derbikeve. Ji ber tundiyê serî li serdozgeriyê, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û komeleyên jinan dide. Têkoşîna wê ya ku bi evîna kar re dest pê kir bi serî rakirinê re şêwe girt. Em wê pêvajoyê ji Derya guhdar bikin: “Demek dirêj ez bi tundiyê re rûbirû mam. Beriya 5 salan min bavê xwe gilî kir û derbarê wî de doz hat vekirin. Ev yek cesaret dixwest bi rastî. Ji ber ku civaka em di nav de dijîn feodal e. Lê ev hewildana min ne tenê li dijî bavê min li dijî hemû hişmendiya civaka di nav de dijîm bû. Piştî çend danişînan min îfadeya xwe paşve kişand. Lê hêj jî ez bi xebatên xwe têdikoşim."  
 
‘Naskirina rêxistinên jinan ji min re destkeftiyek mezin e’
 
Derya, dema doz vekirinê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), komeleyên mafên jinan diparêzin û Platforma Şahmaran a Jinan nas kiriye. Tevlî xebatên wan dibe. Derya wiha behsa xwe ya naskirina rêxistinên jinan kir: “Êdî ez hîn bûm ku ger jin dest bidin hev tu hêz nikarin wan rawestîne. Naskirina wan ji min re, ji jiyana min re destkeftiyek mezin bû. Min hîn bêhtir xwe bi rêxistin kir. Ji bo ez bikarim mafê her jinê biparêzim. Ji bo ez bikarim ji jinên din re ji bibim deng. Niha di hemû doz û çalekiyên jinan de cih digirim û piştgirî didim. Ez di vê alî de dixwazim bang li hemû jinan, li jinên ciwan ji bikim bi taybet. Bila netirsin, bila mafê xwe biparêzin. Kesek nikare zirerê bide me. Ger em deng derbixin wê kes ji nikaribe. Her jin dikare serî li van komeleyan bide û têbikoşe.”
 
Derya xeyatgeha xwe ya yekem diveke
 
Derya beriya salekî bi derfetên xwe xeyatgeha xwe vedike û wiha behsa xebatên xwe kir: "Hêvî serfiraziye û ez bi wan hêviyan gihaştim wan rojan. Min firoştgeha xwe vekir û bi serkeftî didim şixulandin. Derdora min tên gel min. Bi wî hawî ez debara xwe ji dikim. Ez her care cil didirum. Li gorî xwestek yan ji ez şêwe nîşa wan dikim. Qeyrana aborî li pêşiya me ciwanan dibe asteng mixabin. Lê ez her tim li ber xwe didim."  
 
‘Niha dora we’
 
Li herêmê bicihbûna jinê di qada kar de di asta herî jêr de ye. Derya ji bal kişand li ser vê û wiha axivî: “Yek ji sedemên vê yeke bê guman bûyera ku ez jiya me. Dema jinek dixebite her kes bi çavê xerab temaşe dike. Lê bi têkoşîna jinê re îro gelek tişt hatin guhertin. Êdî jin dikarin serî rakin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Em hemû ji dikarin vê hewildanê bidin. Min di zarokatiya xwe de dest bi vê têkoşîna xwe kir niha ji dora we ye.”