‘Bi kod 29’an dixwazin karkeran bi nanê wan terbiye bikin’

  • 09:06 8 Sibat 2021
  • Ked/Aborî
AMED - Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Amedê Hanîfe Kardaş, der barê xala Kod 29 a ku hincet tê nîşandan û karker ji kar tên derxistin de axivî û got: “Hinceteke vê xalê heye; dixwazin karkeran bi nanê wan terbiye bikin.”
 
Di benda duyemîn a 25’emîn Xala Qanûna Kar de, îfadeya ‘nêzîkatiya dij rêbazên niyeta baş û ahlaq a karkeran’ cih digire û ev wek hincet hat nîşandan û wek feshkirina mafê karkeran a ji karê wan derbas dibe. Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) jî bi xala ku wek koda 29 tê zanîn jî pêşî pereyê betalî û tezmînata gelek karkeran digire.
 
Li Tirkiyeyê piştî vîrusa covîd-19 belav bû şûnde ji karavêtin hatibûn qedexekirin. Ji ber vê karsaz ji bo ku karkeran ji kar bavêjin serî li riyên din dan. Di pêvajoya dawî de jî xala ‘Kod 29’ hincet nîşan didin û karkeran ji kar davêjin.
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 Genel –Îş a Amedê Hanîfe Kardaş der barê mijarê de axivî û got kod 29 hincetek e.
 
‘Karker nikarin vegerin karên xwe’
 
Hanîfeyê balkişand ser xala Kod 29 û got ev xal sûcên giran dihewîne lê ji ber pandemiyê piştî ku ji kar avêtin hatin qedexekirin şûnde, wek hincet tê nîşandan û karker ji kar tên avetin. Hanîfeyê got: “Em vê hincetê qebûl nakin. Li aliyê din jî karker wê ji ber vê xalê nikaribin dozên tezmînata kidemê û tezmîtana îxbarê vebikin û nikaribin vegerin karê xwe. Ji ber vê jî karsaz bi vê xalê karkeran ji kar davêjin.”
 
‘Hun nikarin karkeran mahkumê birçîbûnê bikin’
 
Hanîfeyê ev tişt bi lêv kir: “Yekane sedema vê heye, dixwazin karkeran bi nanê wan terbiye bikin. Mixabin karker ji hemû mafên xwe bêpar tên hiştin û nikarin bibin xwedî naf. Ji bo karsaz tiştekî nedin karkeran bi vê xalê ji kar davêjin. Ev polîtîka li dijî memuran jî pêk tê. Gelek karker nizanin koda 29 jî çi ye. Bi rêbazên wisa nikarin karkeran mahkum bikin. Em vê qebûl nakin û li dijî vê ne.”
 
‘Bila Kod 29 nekin hincet’
 
Hanîfeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek karker bi pêvajoya vîrusê re ji kar hatine derxistin û got wek sendîka wê ligel karkeran bin û têbikoşin. Her wiha ev bang kir: “Em ê her tim ligel karkeran bin. Kes nikare pêşî li vê bigire. Bila bi hinceta kod 29 karkeran ji kar dernexînin.”