Bi keda destên xwe debara xwe dikin: Hewceyî mêran nebin!

  • 09:05 7 Sibat 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên ku tiştên bi destên xwe çêkirine li Deriyê Çiyê ya Amedê difroşin û peyamek didin jinên ku dixwazin aboriyeke serbixwe bi dest bixin. Sidika tiştên ku bi destên xwe çêdike difroşe û Halîme jî nebatên hişkirî difroşe. Ligel hemû zehmetiyên jiyanê debara malên xwe dikin û ji jinên derdora xwe re dibin mînak.
 
Jinên ku ligel her zehmetiyên jiyanê li ser piyan dimînin û li ber xwe didin ji gelek jinên din re jî dibin mînak. Rê li ber jinan vedikin. Bi taybetî jî jinên ku dixwazin aboriya serbixwe bi dest bixin. Çend niha qeyrana aborî bi pandemiyê re kûrtir bûye jî dîsa jinên ku li kolanên Deriyê Çiyê ya Sûra Amedê tezgah danîne hewl didin cudakariya xwe nîşan bidin. Her du jin bi keda destê xwe debara malbata xwe dikin. 
 
Sidika Kaya 58 salî ye û li Amedê dijî. Bi destkariyê debara mala xwe dike. Hem debara xwe dike û hem jî kevneşopiyên berê yê ku bi destan dihat çêkirin zindî dihêle. Sidika peyamek wiha dide jinan: "Ez dixwazim li ser piyên xwe bisekinim. Tu jin divê xwe hewceyî zilaman neke, jin bixwaze dikare her tiştî bike.”
 
‘Ez bi keda destê xwe debara xwe dikim' 
 
Sidika 7 sal in vî karî dike. Tiştên ku çêdike tîne li kolanên Deriyê Çiyê ya Amedê difroşe. Tiştên ku çêdike li erdê radixe û pêşkeşî welatiyan dike. Zehmetiyên ku dikişîne ji bo Sidikayê ne girîng e. Ji ber qeyrana aboriyê û pandemiyê niha kesek li malê naxebite û hemû bar li ser milê Sidikayê ye. Sidika wiha bal kişand ser karê xwe: "Zarokên min û hevjîna min karek nakin. 4 zarokên min hene. Yek jî girtiye. Niha li malê kesek naxebite. Lewra jî ez ji bo debara malê dixebitim."
 
'Qeyrana aboriyê bondorê li me kir'
 
Sidika, destnîşan kir ku tiştên ku li vir difroşe bi destan hatiye çêkirin û wiha got: "Ez patîk û gore dihonim. Dorên laçik û hewlûyan jî çêdikim. Ev tişt sebrê dixweze. Dema ez çêdikim jî ez pê kêyfxweş dibim. Ev tişt ji bo demê jî başe û dema min pir baş derbas dibe. Her wiha armanca min ya din jî firotina wan tişta ne. Ji ber ku divê ez debara xwe bikim. Em li vir kom dibin, bi hev re sohbetan dikin û alîkariyê didin hev dû. Helbet pereyek qezenç dikim lê têra min nake em tenê pê îdare dikin. Jixwe ji ber vê qeyrana aboriyê em pêdîviyên xwe zor dikarin bînin cih.”
 
‘Hişkkirina nebatan dikim û wan difiroşim‘
 
Halîme Aslan jî 43 salî ye û ev jî li vir 10 sal in dixebite. Halîme bi firotina nebatên hişkkirî debara xwe dike. Ev jî ji qeyrana aboriyê û pêvajoya pandemiyê bi bandor bûle. Ligel zehmetiyan dîsa jî hewl dide li ser piyên xwe bikesîne. 
 
Halîme ji ajansa me re wiha behsa karê xwe kir: "Li navçeya Piranê ya Amedê dijîm. Li wir gelek nebatên bi şifa hene ku ez jî dixwazim sûdê ji wan bigirim. Her wiha ez wan tiştan pêşkeşî civakê dikim. Em wan nebatan ji çiyayên Piranê berhev dikin û hişk dikin. Çend karek zehmet be jî dema ji kesên nexweş re dibin şîfa ev tişt kêfa me tîne."
 
Halîme diyar kir ku bi qeyranê re jî bêtir nikarin pere qezenç bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevjînê min ji ber krîza dil rehmet kir. Zarokek min tenê heye ew jî nexweş e. Lewra ez jî bi qasî ku ji destê min hat hewil didim ku debara xwe bikim. Ez gelek zemetiyan dikşînim lê ez dîsa malbata xwe xwedî dikim."