Guler hem hunermend e û hem jî esnaf e

  • 09:05 2 Sibat 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Guler Denîz esnafa bazarê ye û di heman demê de jî hunermend e, di jiyana wê de huner û aborî di nav hev de ye. Gulerê da zanîn ku qadên xebatê parçeyek ji têkoşîna azadiya zayendê ye.
 
Newekheviya zayenda civakî li Tirkiyeyê bi polîtîkayên desthilatdarî her diçe girantir dibe û li dijî vê jî têkoşîna jinê mezin dibe. Li dijî êrîşên li hember destkeftî û mafan têkoşîna jinê dibe mertal. Jin li dijî dîwarên li hember wan tên xwestin ku bên hûnandin, bi hêza ji hevzayendên xwe digirin di jiyanê de biryarên hîn zelaltir digirin û li qadên kar li dijî newekheviya zayenda civakî serî hildidin. 
 
Guler Denîz, ew hem esnafa bazarê ye û heman demê de jî hunermend e. Ji bo wê di qada aborî û hunerê de xebat di heman demê têkoşîna zayendê ye jî. Gulerê ji bo xwe rojên duşemê we rojên betlanê diyar kiriye û ji ber pandemiyê dawiya hefteyên qedexe ye, li malê ye û rojên din sibehê zû diçe bazarê û tezgaha xwe vedike. Huner jî ji bo wê li her qadê ye. Guler ku hunera xwe li bazarê jî didomîne, dem bi dem saza xwe li bazarê digire destê xwe û moral dide esnafan. Guler ku karê xwe yê bazarê diqedîne, diçe Komeleya Çanda Amedê û dema xwe ji hunerê re vediqetîne.
 
‘Karê min parçeyek têkoşîna zayendê ye’
 
Gulerê bi lêv kir ku 7 sal berê dest bi karê bazarê kiriye û got karê dike jî parçeyek têkoşîna wê ya zayendê ye û got: “Ez ji karê bazarê hez dikim. Xebata li vir parçeyek têkoşîna min ya zayendê ye. Hinekan got ‘bazar ne karê jinê ye û tu nikarî bikî’. Lê 7 sal in min bersiva wan daye. Malbat, derdor û welatiyên tên bazarê bi min serbilindin. Bêguman ev min kêfxweş dike.”
 
‘Aboriyê kêfa bazarê jî winda kir’
 
Gulerê balkişand ser aboriyê û wiha axivî: “Rewşa aboriyê bêguman em bêzar kirine. Kes nikar tiştekî bikire. Pandemiyê jî bandor li krîzê kir. Rojên xebatê bi sînor in. Ji ber qedexeyên derketina derve ez hefteyê 4 rojan dixebitim. Em li şûna qezencê zirarê dikin.”
 
‘Karê ez jê hez dikim min kêfxweş dikin’
 
Guler ku ji Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwîn, ku 4 sal berê ji aliyê qeyûmê hat tayînkirin ve veguherî navenda gel, ji konservatuarê mezûn bûye û derbarê mijarê de wiha got: “Di jiyana min de huner û aborî nav hev de ye. Hewcedariya aborî û hunerê bi hev heye. Min di gelek qadên hunerê de cih girt. Ez niha di folklorê de me. Di karê ez jê hez dikim de xebat min kêfxweş dike.”