Li Tirkiyeyê yekem sendîkaya li ser xebatê hatiye avakirin: EVEKSEN

  • 09:14 10 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Seroka Giştî ya EVEKSEN’ê diyar kir ku yek ji daxwaza wan a herî girîng ewlehî û teqawîtbû ne û got: “Sendîka wê kesên li malê wergerê dikin, kaseta guhdar dikin û dinivîsin, mamosteyên dersên taybet didin û her wiha yên lihîfan çêdikin jî bihewîne.”
 
Sendîkaya Jinên li Malê Dixebitin (EVEKSEN) di meha nîsanê de piştî têkoşîna xwe ya hiqûqî ya 10 salan şûnde, doza girîng ya ku statuya karên li malê dide nasîn qezenc kir. Seroka Giştî ya EVEKSEN’ê Gulsum Nazlioglu pêvajoya dozê û têkoşîna tê dayîn vegot.
 
Gulsumê da zanîn ku xebatên li malê tên kirin li gorî Peymana ÎLO ne û got bi salan ji bo mafên xwe nîqaş meşandine û di çareseriya pirsgirêkan de biryar dane ku sendîkayê ava bikin û di 2009’an de sendîka ava kirine.
 
‘Dibe sedema karkeriya zarokan jî’
 
Gulsumê destnîşan kir ku xanî yê karsaz e û nexweşiyên pîşeyî yên dertên holê bandorê li gelê malbatê dike û bi vî awayî jî di temenê biçûk de xebitandin jî zêde dibe û got: “Mînak em bêjin zarok nikaribe pêlavan binexşîne jî li malê karên din dikin. Zarok bikaribe çi bike wê dike. Piştî pandemiyê xebatên li malê tên kirin zêde bûne. Karsaz derdê wan yên kirêya kargeriyê, fatureyên av û ceyranê tune ye. Her wiha di mijara nexweşiyên pîşeyî de jî berpirsyariyê nagirin ser xwe. 27 endamên damezrîner hene. Hemû jîn in. Li her bajarî kongreyên sê rojan pêk hatin. Bi tevgerên femînîst re têkiliya me heye. Rojevên me yên sereke jî şîdeta li malê, binpêkirina kedê ya li malê ye.”
 
‘Numareya sîcîlê 10 salan şûnde hat girtin’
 
Gulsumê got ji ber hejmara sîcîlê yanî hejmara kargeriyê tunebû di 2009’an de doz hatiye vekirin û piştî 10 salan şûnde hejmar girtine û bûne sendîkaya fermî. Gulsumê wiha berdewam kir: “Belgeyên me yên kêm tunebûn. 10’emîn Daîreya Daniştanê got hemû belge temam in. Piştî dozê sendîkayê xwe carek din li ber çavan derbas kir. Wê daxwazên me yên baskên kar ên li malê tên kirin hebin. Sendîka wê kesên li malê wergerê dikin, kaseta guhdar dikin û dinivîsin, yên li malê lihîfan çêdikin bihewîne. Êdî divê li ser înternetê jî bibin endam.”
 
‘Em ê têkoşîna jin û aştiyê bidomînin’
 
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî pêvajoyên qanûnî temam bibin wê sendîka gelek mirovan û teşeyên jiyanê bihewîne û got ji mamosteyên ku dersa taybet didin heta kesên li malê nexş û dirûnê dikin dikarin bibin endamê sendîkayê. Gulsumê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê têkoşîna jin û aştiyê heta dawî bidomînin.