Li Agirî Bazara Keda Jinan tê avakirin

  • 12:47 7 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
AGIRÎ - Şaredariya Giyadinê, bi armanca îstîhdamakirina jinan, dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir 
 
Şaredariya navçeya Giyadinê ya Agiriyê ku dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, dest bi proja xwe ya Bazara Keda Jinan kir. HDP’ê di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an de soz dabû jinan ku ji bo wan bazarê ava bike. Şaredarî, bazarê li qadeke 635 metrekare ya li Taxa Ataturkê ava dike û wê gelek jin di vê bazarê de karê xwe bikin. Berî heftiyekê îhaleya bazarê hat kirin û bingehê wê hat avêtin. Jin wê li vê bazarê berhemên xwe bifiroşin û debara xwe bikin.