Zarok betal man, wê jî mala xwe veguhert atolyeyê

  • 09:15 7 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Pero Kutluk ya ku 30 sale dirûnkariyê dike, piştî ku di pêvajoya vîrusê de zarokên wê betal man mala xwe veguhert atolyeyê. Pero diyar dike ku ji karê xwe zêde sûdê nagire lê dîsa jî betalî çêtir e.
 
Bi pêvajoya pandemiyê re krîza aborî zêdetir bi bandor bû û xizanî, betalî her çû girantir bû. Kes li ser vê bi piştevanî û hewldanên xwe, ji bin van pirsgirêkan radibin. Bêguman dîsa barê herî giran ket ser milê jinan. Li navçeya Daglioglu ya Seyhana Edenê, jina bi navê Pero Kutluk jî yek ji van jinên ku barê wê giran bûye û piştî ku zarokên wê betal dimînin, mala xwe vediguhere atolyeyê.
 
‘Ji betalî çêtir e’
 
Pero ji ber polîtîkayên dewletê ji Şirnexê koçî Edenê dike û dirûnê jî di temenê biçûk de ji dayika xwe fêr dibe. Pîşeya esas a Pero, dirûtina kiras û fistanan e. Lê di vê pêvajoyê de ji ber dawet û rojên taybet tune ne cil û berg jî eleqeyê nabînin. Ji ber vê jî Pero cil û bergên rojane didrû. Pero wiha dibêje: “Ez zêde qezenc nakim, lê dîsa jî ji betalî çêtir e. lêçûna me ya mutbexê dertê. Di vê pêvajoyê de zarokên me betal man. Kes nexebitî. Her kes perîşan bû.”
 
‘Her jinek pîşeya wê heye’
 
Pero bi lêv kir ku li taxê piranî kesên koçber bûne rudinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû li dijî zor û zehmetiyan li ser piyan dimînin. Li taxa ku piştevanî heye, her jinek xwedî pîşeyekê ye. Lê mixabin hem karê malê hem karê debarê jinan dide zorê. Em zehmetiyê dikşînin, lê dîsa jî em ji bin her karî dertên. Em hewl didin li ser piyan bisekinin.”
 
Pero di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek her kesî vîrusê bandor li ser wan jî kiriye û wiha dawî lê anî: “Ev 30 sale dirûnvaniyê dikim. Di demên dawî de min zêdetir giranî dayê. Em hewl didin van rojan derbas bikin.”