Esnaf dikire ku çawa krediyan bidin

  • 09:04 30 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Esnafên ku di pêvojoya pandemî de neçar man sê mehan dukanên xwe bigirin ku ji bo dukanên wan tiştek pê neyê û debara xwe bikin kredî kişandin niha jî difikirin ku çawa vê krediyê bidin.
 
Ji ber vîrusa korona, li Tirkiyeyê gelek kes betal man, yên nikaribûn kargergehên xwe vebikin jî bi pirsgirêkên aborî re hatin rû hev. Ji ber vîrsusê ji bo esnafan bankayan kredî vekir. Esnafên kredî kişandin jî niha difkirin ku çawa ji bin vî deynî derkevin.
 
‘Ji birîna min re nebû derman’
 
Ozlem Salaz Demîr a li navçeya Îpekyol a Wanê esnaf e, li kargergeha xwe 5 jin îstîhdam kirine. Ozlemê diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de wek jin barên giran girtine ser xwe û got: “Ji ber krîza aborî em ketin zorê. Em 5 jinin. Divê em nan bibin malên xwe. Me di pandemiyê de tu piştgirî nedît. Me kredî kişand lê ew jî ji bo me nebû derman.”
 
‘Em nikarin xwe bidin hev’
 
Ozlemê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di pêvajoyê de di alî aborî û psîkolojîk de bi bandor bûne û got: “Min hewl da di vê pêvajoyê de bi hevalên gel xwe re bikevim piştevaniyê. Sala borî di meha hezîranê de herî kêm me bi 50-60 muşteriyan re hevdîtin kir lê îsal me yek nekir. Miro nikarin tiştekî bikin. Pêvajo nezelale. Ez rojê herî kêm sê caran dukanê dezenfekte dikim. Ev pereyê alavan ji bêrîka min diçe. Kirêya min heye. Sîgorte heye. Ez neçarim deyn bidim.”
 
Halîme Olmez jî 7 sale esnaf e û debara malbata xwe dike. Halîme Olmez destnîşan kir ku 3 mehe fatureyên wan ketine ser hev û got: “Em neçar man krediyê bikşînin. Min divê kirê bida, alav bigirta. Niha difikirim ku çawa vî deynî bidim. Hemû esnaf ketin zorê. Me bi tu awayî piştgirî negirt.”
 
‘Debar zehmet bûye’
 
Makbule Selçuk jî li taxa Kale 8 sale li mala tenûrê nan çêdike û got: “Nan eleqeyek mezin dibîne lê di alî aborî de em zehmetiyan dikşînin. Ji qezenca xwe zêdetir ez alav digirim. Ard, xwê, şekir, êzing û alavên paqijiyê. 5 zarokên min hene. Debare gelek zehmet bûye.”