'Jin hêza xwe bikin yek dê bikaribin li dijî hemû qeyranan bisekinin'

  • 09:03 27 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Sebha Mihemed Seho ya ji gundê Silmasayê ye û debara xwe bi çandiniyê dike diyar kir ku di her demsalê de jin ji bo debara xwe di nava hewildanê de ne û wiha got:"Ji bo jiyaneke baş û rehet hewildana ji bo debara xwe girîng e. Ji ji dîrokê heta niha her dem ji bo debara xwe têdikoşe."
 
Jinên Hesekê li dijî qeyranên mîna Zagona Qeyser niha bi karê çandiniyê, xwedîkirina ajalan,  hewil didin li ser piyan bisekinin. Jina bi navê Sebha Mihemed Seho ya ji gundê Silmasayê yê Til Temirê yê Hesekê ku dayika 5 zarokan e li nav erdê xwe çandiniyê dike û debara xwe bi vî rengî dike. Sebhayê da zanîn ku ew ji bo di warê aboriyê de zehmetiyê nekişîne ew li berxwe dide û wiha got:"Em jin gelekî jêhatîne. Ger em hêza xwe bikin yek li dijî hemû qeyranan em ê bikaribîn li ser piyan bisekinin"
 
'Yên ku jiyana bajaran ser piyan hiştiye gund in' 
 
Sebhayê wiha behsa girîngiya çandiniyê kir: "Mirovên gundan herî zêde debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan, çandina pembo û zeviyan dikin. Keda destê mirovan wateyê dide jiyanê. Tovê 3 donim erdê min hene û her sal ez diçînim. Îsal min kundir, bamiya, bacanê sor û xiyar çandiye. Yên ku jiyana bajaran li ser piyan hiştiye gund in. "
 
'Zagona Qeyser kirîzeke aborî bi xwe re anî'
 
Sebhayê anî ziman ku Zagona Qeyser bandor li aboriya şêniyan kir, ev yek dihêlê ku nirxê pêdîviyan buha bibe û mirovan neçarî zehmetiyan dike û wiha dewam kir: "Dema ku Zagona Qeyser kete meriyetê, kirîzeke aborî bi xwe re anî. Nirxê pêdîviyan buha bûye û mirov neçarî zehmetiyan dibin. Ji bo ku em vê kirîzê derbas bikin çandinî çareseriya herî guncav e ku her tiştê mirov ji malê be. Em debara xwe bi çandiyê dikin."
 
'Di hemû demsalê de  jin di nav liv û tevgerê de ye' 
 
Sebhayê bal kişand ser tevgera jinan a di her çar demsalên salê de û wiha pê de çû: "Jin bi şev û roj, havîn, zivistan, payîz û biharê dixebitin û kedê dide.  Di havîn û payîzê de baxçeyan, zeviyan diçînin û  di demsala zivistan û biharê  de jî dîsa baxçeyên zivistanî diçîne. Ji berhemên wê jî  jin debara malbat û civaka xwe dikin. Li kêleka wê jî jin mirîşkan, çêlek û sewalan xwedî dike. Her tişt li gundan  bi xwezayê re tê peydakirin. "
 
'Jin hêza xwe bikin yek dê bikaribin li dijî hemû qeyranan bisekinin'
 
Sebhayê da zanîn  ku jin bi rihê jiyana komînal bi hev re dijîn û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rast e baxçeyê ku me çandiye yê me ye, lê di heman wextê de jî  em bi cîran, mirovên xwe re jî dibin alîkar. Em di heman demê de difroşin da ku pêwîstiyên din yên malê pêk bînin. Bila her kes erdê xwe biçîne û jê sûdê werbigire. Bila hemû jin hêza xwe bikin ye. Jin hêza xwe bikin yek dê bikaribin li dijî hemû qeyranan bisekinin. "