'Bi rihê komînal aboriya jinê geş dibe'

  • 09:05 26 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Şehbayê yên di nava xebatên projeya çandiniyê de cih digirin anîn ziman ku ew tevî hemû zehmetiyan karê çandiniyê dikin û wiha gotin:"Karê çandiniyê yê ku em dikin hestekî hevpar jî ava dike. Bi vê xebatê em çanda xwe diparêzin û debara jiyana xwe jî bi berhemên çandiniyê dikin."
 
Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin tevî dûrketina ji axa xwe dîsa hewildanên parastina çanda xwe ya xwezayî dikin. Jinên ku di nava xebatên projeya şitilgehan a ku ji aliyê Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê hatiye destpêkirin de cihê xwe digirin bi çandiniya fêkî, dar û şênkahiyê debara jiyana xwe dikin û aboriya xwe jî xurt dikin. Gelek malbat ji berhemên vê xebatê sûdê digirin. Têkildarî mijarê jinên navçeya Ehdes a Şehbayê yên di nava xebatên projeya şitilgehan de cihê xwe digirin nêrîna xwe parve kirin.
 
'Bi çandina şitilan em dîsa xwedî li çanda xwe derdikevin'
 
Jina bi navê Hûriyê Mihemed a ku li navçeya Ehdas a li Şehbayê bi cih bûye wiha qala pêwistiya çandiniyê kir: "Ji mêj de em xebatên çandina şitilgehan dikin. Dema ku em li Efrînê bûn ev kar ji bo me deriyê debara jiyanê bû. Piştî ku em li Şehbayê bi cih bûn bi alîkariya Desteya Çandiniyê me xwest em dîsa li vê çanda xwe vegerin û pêwistiyên jiyana xwe jî bi cih bînin. Bi derfetên kêm jî em dikarin axa ku şitil tê de tê çandin xurt bikin, ji ber berî niha fikrên me yên zelal li ser heye û em baş lê miqate ne. Sala borî min nêzî 60 hezar darên zeytûnan çand, îsal jî nêzî 50 hezar darên zeytûnan min çand. Her wiha min îsot, bacan, milûxiyê û xiyar jî çandiye. Dema ku em berhemên xwe jî kom dikin beşek jê em didin şêniyên Efrînê û beşê din jî em ji xwe re li bazaran difroşin."
 
'Tevî zehmetiyan em hebûna xwe bi çanda xwe diparêzin'
 
Jina bi navê Emel Ebdo ya ku di şitilgeha gundê Hirbilê de kar dike armanc û girîngiya avakirina şitilgehan a li Şehbayê wiha anî ziman: "Karê çandiniyê komînalbûyinê bi xwe re ava dike. Ji bo wê dema em xebateke wiha dikin hemû jin li hev kom dibin û alîkariyê didin hev. Di şitilgehê de em darên hinar,  tirî û zeytûnan diçînin. Me nêzî mîlyonek û 700 darên zeytûnan îsal çandiye. Tevî rewşa koçberiyê em hebûna xwe bi çanda xwe diparêzin."
 
'Hemû cureyên şitilan tên çandin'
 
Jina bi navê Hûriyê Xelîl a ku di projeya zebzeyan de dixebite derbarê berhemên ku ji çandiyê digire wiha got: "Di projeya zebzeyan de hemû cureyên şitilan tên çandin. Niha em di demsala havînê de ne, ji bo wê zebzeyên vê demsalê em diçînin. Dema ku demsala zivistanê tê beriya wê em amadekariyên çandina zebzeyên zivistanê dikin da ku em ji berhemên erdê xwe bê par nemînin. Bi vê xebatê em alîkariya malbatên xizan jî dikin ku heta astekê em barê wan sivik bikin."