‘Pêşxistina xebatên çandiniyê rê li ber krîza aboriyê digire’

  • 09:01 25 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Jina bi navê Enûd El-Xalid a ku xebatên çandiniyê dike û debara mala xwe jê dike, diyar kir ku ne ji xebatê be mirov nikare debara xwe bike û wiha got: “Pêşxistina xebatên aboriyê rê li ber krîza aboriyê digire. Her tim jin ji bo xwedîkirina mala xwe xwedî tedbîr in. Keda jinê ya li hember sîstemên fetisandina jiyanê her zindî ye.” 
 
Di nava civakê de her tim jin xwedî rolên pir girîng in. Di pêşxistina çandiniyê û birêvebirina aboriyê de jin xwedî ked û roleke girîng in. Jin bi hev re dibin alîkar û bi jiyana komînal re hezkirina xwe ji çandina axê re didin diyarkirin. Piştî pêkanîna Zagona Qeyser  tevahî civak di krîzeke aborî de dijîn û zehmetiyan di peydakirina pêdîviyên jiyanî dikşînin. Jinên gundan li hemberî vê krîza aborî têkoşînê didin meşandin û çanda xwe ya hevjiyana azad diparêzin. Têkildarî vê mijarê jina bi navê Enûd El-Xalid a 30 salî ya ji Gundê Şemoka yê bajarê Hesekê ye, xebatên çandiniyê dike debara mala xwe û parastina wê ji vê krîza aborî dike têkildarî xebatên xwe de axivî.
 
‘Girîngiya çandiniyê di pêşxistina aboriyê de xaleke esas e’
 
Enûdê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aboriyê û wiha got: ”Jin bi ax û xwezayê ve girêdayî ye. Ez ji biçûkaniya xwe de karê çandiniyê dikim û di nav de jî mezin bûm. Pêşxistina kar û xebatên çandiniyê rê li ber gelek xeteriyan digire. Her roja êrîşên dijwar li ser axa me tên kirin, li derdora me dijmin em kirin nava dorpêçeke aborî û nedihiştin ku aboriya herêmê dewlemend bibe. Ji bo ku em ji van pirsgirêkan xelas bibin û krîzên aborî nejîn, me bi destên xwe aboriya xwe pêş xist. Girîngiya çandiniyê ji bo pêşxistina aboriyê xaleke esasî ye û divê her kes di wê baweriyê de be.”
 
‘Zagona  Qeyser bandor ser herkîna jiyana civakê kir’
 
Enûdê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Zagona Qeyser û bandorên wê yên li ser herikîna jiyanê û wiha domand: “Di van demên dawiyê de Zagona Qeyser li Sûriyeyê kete meriyetê. Ev zagon jî bandoreke mezin li ser herikîna jiyana gel kir ku nirxê pêdiviyên jiyanî bilind kir û gel bi zehmetiyan re rû bi rû hişt. Em dikarin bêjin ku dema welatek xwedî aboriyeke xweser be dikare hemû zehmetiyan derbas bike, ji bo wê di nava vê krîzê de divê em bi keda xwe ya çandiniyê debara xwe bikin û encamên vê zagonê ser xwe sivik bikin.” 
 
‘Li hember siyasetên fetisandina jiyanê keda jinê zindî ye’
 
Enûda bal kişand ser xebatên xwe yên çandiniyê yên ji bo derbaskirina vê krîza aborî û wiha got:”Erdekî min ê biçûk heye, ez zebzeyên demsala havîn û zivistanê tê de diçînim, berheman jî jê digirim. Bi van xebatên xwe ez debara mala xwe dikim û tedbîrên xwe yên aborî jî digirim. Jin her tim ji bo parastina mala xwe xwedî tedbîr in. Sîstemên desthilatdar dixwazin sîstema fetisandina jiyanê ser me bidin meşandin û me neçar bihêlin, li hember wê keda jinê zindî ye û dikarê jiyanê ji nû ve biherikîne.”   
 
‘Çareseriya me di destên me de ye’
 
Enûdê di dawiya axaftina xwe de bang li her malbatekê kir ku li hember vê krîza aborî keda xwe zêdetir bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji bo ku em bikaribin rê li ber krîza aborî bigirin pêwist e em xebatên xwe yên çandiniyê pêş bixin û radestî zehmetiyên jiyanê nebin. Çareseriya me di destên me de ye.”