Edla ya mêşên hingiv xwedî dike: Şer bandora xwe li ser mêşên hingiv jî dike

  • 09:04 24 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Edla Tahir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem jin e ku mêşên hingiv xwedî dike. Edlayê anî ziman ku ew ji 15 saliya xwe ve heta niha mêşên hingiv xwedî dike û wiha got:"Ez mêşên hingiv wekî parçeyekî girîng ê ji malbata xwe dibînim. Ez bang li hemû jinan dikim ku çanda xwedîkirina mêşên hingiv dewam bikin."
 
Her zindiyek xwedî hunerek e lê jin hemû hunerên jiyanê di hundirê xwe de dihewînin û bi hunera xwe kedê dide jiyanê. Jin bi vî rengî di heman demê de aboriyê geş, jiyanê bedew dikin. Yek ji jinên bi keda destên xwe jiyanê bedew dike, Edla Tahir a 65 salî ye. Edlayê li gel xwedîkirina mêşên hingiv, çêlikan jî xwedî dike. Edlayê di heman demê de bi çandina  zeytûn, hinar û tirî jî mijûl dibe. Edlayê di derbarê kar û barên dike de axivî. 
 
'15 sal in ev mêşên hingiv xwedî dikim'
 
Edlayê bi lêv kir ku xwedîkirina mêşên hingiv hunerek e û wiha dom kir: "Mereqa min ji bo fêrbûn, xwedîkirina çûk, çêçikan û çandiniyê re pir zêde ye. Di her zindiyekî de hunerek heye lê di kesayeta jinê de pir huner hene û bi vê hunerê sûdê dide civakê. Ez 15 sal in mêşên hingiv xwedî dikim. Ez hem hingiv ji bo tenduristiyê bi kar tînim hem jî bazirganiya hingiv dikim."
 
'Tevgereke mêşên hingiv a pir xweş û balkêş jî heye'
 
Edlayê xwedîkirina mêşên hingiv wiha vegot: "Ji ber hewşa mala min tune bû, min li ser banê malê 7 salan mêşên hingiv xwedî dikir. Wê demê zêdetirî 50 kewarî çêbûn. Xwesteka min çêbû ku ez mêşên hingiv xwedî bikim, ji bo wê min mêş ji bazirganekî kirî û li ser xwedîkirina wê pirsî û lêkolîn jî kir. Bi vî rengî ez di demeke kin de fêr bûm. Min dest ji her tiştî berdida û li kêleka kewaran rûdiniştim. Tevgereke mêşên hingiv a pir xweş û balkêş jî heye. Dema ku mirov nêzî mêşan dibe û tevgera wan dibîne bi rengekî xwezayî hestekî kêfxweşiyê derbasî dilê mirovan dibe."
 
'Keybanûya mêşan wan komî ser hev dike'
 
Edlayê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser keybanûya mêşên hingiv û wiha axaftina xwe domand: "Divê mirov ji tevgera mêşên hingiv fam bikin. Ew ne tenê mêşek e, bi xebata xwe ya şev û roj bi hezaran mirovî ji nexweşiyan diparêzin. Di kewarê de mêş, çêçik û keybanûya wan heye, bi hev re kar dikin, lê dema ku keybanûyan wan nebe ew mêş û çêçik hev dikujin û koçber dibin. Keybanûya mêşan wan komî ser hev dike."
 
'Mêş çiqas baş biçêrin ewqas baş hingiv çêdikin'
 
Edlayê wiha dewam kir: "Ji vê demê wêdetir êdî em mêşan derdixin çêrînê, niha 6 kewarê min hene û min ew li ber çemê Zirganê bi cih kirine. Ji gulên istirîzerik, dirankiroskî û hermelê nêçîrê dikin. Ez li bendê me ku pembo û baxçeyên din çêbibin ku mêşê xwe bibim nêzî wan ku biçêrin. Dema biçêrin ew ê jî hingiv çêbikin. Bihar çiqas xweş û rengîn be ewqasî tevger û xebata mêşên hingiv jî zêde dibe. Mêş çiqas baş biçêrin ewqas baş hingiv çêdikin."
 
'Şer bandora xwe li ser mêşên hingiv jî dike'
 
Edlayê da xuyakirin ku bandora şer li ser mêşan jî heye û wiha pê de çû:"Şerê ku îro li Sûriyeyê û taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa li ser mirov û xwezayê bandor dike, di heman demê de bandora wê li ser mêşan jî heye. Di zivistana borî de ji ber dengê bombebaran û topbarana dewleta tirk a dagirker bi hezaran mêş mirin û 3 kewarên min ji mêşên biyanî vala bûn. Mêşên biyanî jî taybetmendiyên wan bêdeng in û sermê û germê jî tehemûl dikin. Yên Sûrî jî sermê tehemul nakin û di zivistanê de jî kar nakin. Niha ez girîngiyê didim ê biyanî ku zêde bibin."
 
'Min kurê xwe jî fêrî xwedîkirina mêşên hingiv kir'
 
Edlayê bi lêv kir ku wê kurê xwe jî hînî xwedîkirina mêşên hingiv kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Niha li herêmê tenê ez wekî jinekê mêşan xwedî dikim. Niha ez  kurê xwe jî fêrî xwedîkirina mêşan dikim. Ew jî bû 5 sal mêşan xwedî dike û ji berhemên wê jî sûde werdigire."
 
'Pêwîstî bi belavkirina çanda ku jin mêşan xwedî bike heye'
 
Edlayê herî dawî bangewazî li jinan kir ku hînî xwedîkirina mêşên hingiv bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e her jinek kewarekî ji mêşên hingiv xwedî bike û bi salan re wê ev çand pêş bikeve û xizmetê ji herêmê re bike. Karê malê li hember xwedîkirina mêşan nabe asteng, ji bo wê pêwîst e wekî zarokên xwe bibînin."