‘Rêjeya betaliyê zêde bû karker ji wijdana karsazan re hatin hiştin’

  • 09:08 19 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Genel Îş DÎSK'ê ya Amedê Hanîfe Kardaş, diyar kir ku berovajî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê hejmara betalan derketiye du katî û got: “Karker ji wijdanê karsazan re hatine hiştin. Karker an ji kar tên derxistin yan jî neçar dimînin derkevin destura bê pere. Yan jî îstîfa li wan tê ferzkirin.”
 
Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên ku mehên Çile, Sibat û Adarê di nav xwe de dihewînin yên betaliyê aşkera kir û li gorî vê li Tirkiyeyê hejmara betalên di ser temenê 15’yî de li gorî salên din 502 hezar kêm bûye û ev hejmar wek 4 mîlyon 228 aşkera kir. Rêjeya betaliyê jî 1,1 puan ket û ji sedî 13,6 pêk hat. Sendîkayên karkeran jî diyar kirin ku ev rêje baweriyê nade.
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona pirsgirêka betaliyê zêde bû. Gelek kes neçar man derkevin destura bê pere, gelek kesî jî qadên îstîhdamê nedîtin. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Hanîfe Kardaş, diyar kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê di pêvajoya pandemiyê de betalî û xizanî zêde bûye.
 
‘Rêjeya betaliyê derket heta ji sedî 12’
 
Hanîfeyê destnîşan kir ku piştî vîrus belav buye şûnde her kes sê mehan li malên xwe maye û ji ber vê jî betalî bi awayekî cidî zêde bûye û wiha got: “ Betaliya ji sedî 6.7 bû derket heta ji sedî 11 û 12’an. bi pêvajoya pandemiyê re dewletê hemû raye ji karsazan re hişt. Karker ya ji kar hatin avêtin, ya jî neçar man derkevin destura bê pere an jî îstîfa li wan hat ferzkirin.”
 
‘Em neçarin mafê karkeran biparêzin’
 
Hanîfeyê daxuyakirin ku ne tenê mafê endamên Sendîkaya Genel-Îş'ê, mafê hemû karkeran diparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçarin mafê karkerên keda wan nayê dîtin biparêzin. Cudakariya kedê ne mijara gotinê ye. Bi pêvajoya pandemiyê re bi hezaran esnafan nikaribûn nan bibin malên xwe û neçar man dukanan bigirin. Bi hezaran karkerên li wan deran dixebitîn betal man. Niha gelek mirovên ku nikarin nan bibin malên xwe hene.”
 
‘Zêdebûna vîrusê esnafan dide zorê’
 
Hanîfeyê di berdewamiyê de wiha got: “Tirkiye krîza aborî dijî û bi vîrusê re ev krîz girantir bûye.Desthilatdarî ji bo vê rewşê divê demildest çareseriyê bibîne. Bi 1’ê hezîranê re pêvajoya asayîbûnê dest pê kir û bi vê jî bûyerên belavbûna vîrusê zêde bûn. Ev jî bandorek neyînî li ser esnafên biçûk dike. Gelek karker di pêvajoyê de neçar man derkevin destura bê pere. Vê jî debar zehmet kir. Piranî kesên derketin destura bê pere nexweşiyên wan yên kronîk hebûn. Li şûna wan karkerên nû hatin girtin. Bi vî awayî karker betal man. Di vê pêvajoyê de jî qezenca fîrmayên mezin zêde bû û esnafên biçûk jî winda kirin.”
 
‘Desthilatdariyê pêvajo veguhert derfetê’
 
Hanîfeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de gelek welatan ji bo gel pakêtên piştgiriya aboriyê derxistin û hewl dan pisgirêkên aborî daxînin asta herî jêr. Lê li Tirkiyeyê jî ji bo gel numareyên ÎBAN’ê hatin dayîn. Desthilatdariyê pêvajo ji bo fêdeya xwe bikar anî. Sendîkayan di vê pêvajoyê de hinek xebat meşand. Ji bo karker şûnde bên girtin bi karsazan re em di diyalogê de ne.”