Ji bo jinên Qerejdaxê jiyan bi berbangê dest pê dike

  • 09:05 14 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Jinên ku li gundê dora çiyayê Qerejdaxê dijîn ji berbangê şiyar dibin, ewil dibin bêrîvan û pezê xwe didoşîn û piştre jî dibin çotkar di nava zeviyên xwe de çotkariyê dikin. Êvarê jî malê paqij dikin, xwarin çêdikin û zarokan re mijûl dibin. Ev tişt her roj bi heman rewşê didome... 
 
Herêma Qerejdaxê cihekî bi bereket e. Li vir sewalkarî û çandinî tê kirin. Herî zêde birinç, nîsk, genim, ceh, nok, petex û zebeş li vir tê çandin. Bi hatina bihar û havînê re li vir gundî seferber dibin û ji berbangê şiyar dibin heta derengê şevê dixebitin. Bi taybetî jî jin. 
 
Em niha li ser axa Qerejdaxê ne, deşta ku ji daran xeyidiyê, şîn dixweyê. Her gundek herî zêde ji 20 malan pêk tê û bi hev re di nava têkiliyeke xurt de dijîn. Li gorî gotina wan hemû ji xizmên hev in û nêzî hev in. Ev warên ku li ber sîbera çiyayê Qerejdaxê mane xwedî taybetmendiyek girîng yên dîrokî ne ji. Di cîhanê de yek ji cihên ku yekem car çandinî lê hatiye kirin ev deştên bi bereketin. Lewra xak û mirov ji tucarî vê tabetmendiya xwe winda nekirin e. Bi dirêjahiya dîrokê re çandinî û lawirvanî ji bo gelên xwecihê vir bûne jêderka jiyanê.
 
Jiyan bi berbangê re dest pê dike 
 
Piştî çen gundan em serê sibehê digaştin gundê Heştexê. Em ji hêla bêrîvanên ku keriyên pez bidoşin ve hatin pêşwazîkirin. Me west em derbarê xebat û jiyana wan de agahiyan bigirin. Di serî de Neslîhan Yildiz ji me re xeber da û diyar kir ku jin li vir berbangê şiyar dibin. Neslîhan wiha ji ajansa me re axivî: "Li vir barê li ser milê jinan gelek zêde ye. Ger hûn ji temaşe bikin hûnê bixwe zehmetiyan bibînin. Li gorî min tişta ku em dikin tu zilam nikarin bikin. Bi şiyarbûnê re em dest bi kar dikin, em paqijiya derdorê dikin û xarinê çêdikin. Piştî jî em karê xwe yê sewalvaniyê dikin. Car em dibin bêrîvan car em dibin şivan jî." Wekê Neslîhan jî got li vir mirov dibîne ku hemû bal li ser milê jinê ye. 
 
Bi axê re bendeke qayîm avakirine 
 
Dema karê bêrîvantiyê li vir diqede berê xwe didin bostanan û li vir jî çandiniyê dikin. Bi tirektorê me berê xwe da zeviya Pelşîna Yildizê. Pelşîn, di zeviya xwe de nîsk çandibû. Pelşîn jî wiha qala xebatê xwe kir: "Di karê me de tişta herî bi zor jî xebata li ber tavê ye. Jin bi axê re bendeke qayîm ava kiriye. Çiqas zor û zehmet be jî em bi kêyfeke mezin karê xwe dikin, her wiha kêyfa min ji wan çolan re jî tê. Li gundê me heta niha tenê 2 malbat berê xwe dan metrepolan."
 
'Yen zû şiyar dibin jî û yên dereng radizên jin in' 
 
Li ser vê axê piranî çandinî tê kirin û Pelşîn jî di axaftina xwe de bal kişand ser taybetiya vê axê û got: "Li vî herêmî zêdetir çandiniya birinç, nîsk, genim, ceh, nok, petex û zebeş tê kirin. Îro jî ji bo komkirina nîskê em hatin. Em li pey tirektorê cotê giyayê hatiye jêkirin kom dikin û serhev ve tînin. Piştî me komkirin di navbera 2 rojan de wê patoz were, nîsk û giya ji hev cuda bike. Nîskê ku hatiye komkirin em difiroşin û giyayê hatiye bijartin ji weke ka em ji pez re radikin. Piştî karê me li vir qediya, vê carê jî em berê xwe didin malê dest bi karê malê dikin. Amadekirina şîvê û razanê dikin. Lewra yên herî zû şiyar û yên herî dereng radizên jî jin in.”